Dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê Hoşan ê Eyn Îsayê didin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Hoşan ê navçeya Eyn Îsayê dikin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê Hoşan ê Eyn Îsayê didin
20 sibat, 2020   19:33
NAVENA NÛÇEYAN

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de li gundê Hoşan ê girêdayî navçeya Eyn Îsayê didin.

Der barê encamên topbaranê agahî bidest neketin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên ber êvarî ve gundên navçeya Til Temir a herêma Cizîrê û navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran dikin ku sivîl lê hene.

Hate ragihandin di topbaran li dijî  gundên navçeya Til Temirê de stasyona kehrebê hate hedefkirin, di encamê de li gelek gundan kehrebe qutbûye.

ANHA