Li Qamişlo bazirganên parçeyên dîrokî hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo 6 kes ku qaçaxçîtiya parçeyên dîrokî dikirin,  girtin.

Li Qamişlo bazirganên parçeyên dîrokî hatin girtin
Li Qamişlo bazirganên parçeyên dîrokî hatin girtin
Li Qamişlo bazirganên parçeyên dîrokî hatin girtin
Li Qamişlo bazirganên parçeyên dîrokî hatin girtin
17 sibat, 2020   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand: "Li ser agahiyên ku çavkaniyekê dane, toreyek qaçaxiyê bi parçeyên dîrokî dikin heye, endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên birêxistinkirî li gelek taxan ser malan de girtin û 6 endamên toreyê girtin. Her wiha bi wan re 3 pirtûkên olî dîrokî yek jê pirtûka Tewrat a kevin ku bi zimanê cuhî hatiye nivîsîn hatin desteserkirin. Li gorî endamê rêveber ê hêzên têkoşînî, piştî lêpirsînê endamên toreyê li xwe mikur hatin ku parçeyên dîrokî kirîne, firotine û derbasî derveyî herêmê kirine.”

Ji aliyekî din ve endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên birêxistinkirî bazirganek parçeyên dîrokî li taxek bajarê Qamişlo girtin û pê re 15 parçeyên dîrokî (mohrên dîrokî, diravên mehdenî û zîbeq a sextet (hejmar2) destser kirin.

Hêzê sûcdaran veguhestin komîteya dozgeriyê da ku girtekên qanûnî li dijî wan bigirin.

(şx)

ANHA