‘Hevdîtina bi Rêbertî re wekî xewnekê bû‘

Dayika Fehîma Îbrahîm  Umer a bi temen û hevserê wê Sebrî Bozo kêliyên hevditina xwe bi Rêber Abdullah Ocalan  bi bîr anîn û gotin: “Hevdîtina bi Rêbertî re wekî xewnekî bû.”

‘Hevdîtina bi Rêbertî re wekî xewnekê bû‘
16 sibat, 2020   07:01
QAMIŞLO – ŞÎNDA EKREM

Dema ku Rêber Abdullah Ocalan li Sûriyê û Libnanê bû bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtin bi Ocalan re çêkirine. Ji wan kesan dayika Fehîma Îbrahîm Umer e ya di 70‘ê saliya xwe de ye. Dayika Fehîma sala 1991‘an li Akademiya şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê Rêbertî dît.

Dayika Fehîma bi rêya kurê xwe Îdrîs (Kanî) fikrê Rêber Abdullah Ocalan dinase. Kurê Fahîma sala 1987‘an tev li refên rizgariya Kurdistanê bû û sala 1995‘an li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye.

Dayika Fehîma piştî ramanê tevgera rizgariya Kurdistanê dinase, name û belavokên wî ji Qamişlo dighîne Şamê.

Dayika Fehîma ku nexweşek li erdê ye û çavê wê nabînin,  kêliyên hevdîtina xwe ya bi Rêber Ocalan re bi bîr tîne û wan kêliyan wekî "Xewnê” binav dike. Dayika Fehîma dibêje: "Hevdîtina bi Rêber Ocalan wekî xewnekî bû."

‘YÊ KU WELATÊ WÎ TUNE BE HEBÛNA WÎ TUNE YE‘

Dayika Fehîma bi bîr xist ku Rêbertî di hevdîtinê de behsa xiyanet, rihê hevalatî û hevgitina bi armanca çareserkirina doza Kurdî û parastina welat kir û got:  "Rêber got, yê ku welatê wî tunebe hebûna wî tune ye. Piştî vê hevdîtinê me girîngiya parastina welat zanî."

Dayika Fehîma anî ziman ku wê  hertim bi awayekî veşartî qeydên deng ên Rêber Ocalan guhdar dikir û got: "Rêber Ocalan her tim di axaftinên we de girîng dida welatparêzî, şoreşgerî û rastiya dijmin.  Dewletên cîhanê komployek li dijî Rêber Ocalan çêkirin, ji ber ku ji fikir û felsefeya wî ditirisin. Fikir û felsefeya wî banga biratiya gelan û rizgarkirina gelên bindest dike.”

Dayika Fehîma gelek stranên ku Rêber Ocalan jê hez dike ezber kiriye. Yek ji wan jî strana "Derwêşê Evdê û Evdalê Zeynê".

Hevjînê dayê Fehîma, Sebrî Bozo bi  rêya hevîna xwe hevdîtin bi Rêber Ocalan re çêkiriye. Sebîr dibêje ku wî bi rêya hevjîna xwe û kurê xwe Idrîs re fikirê Rêber Ocala nas kir û li akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê Rêbertî dîtiye.

Sebrî derbarê wê hevdîtinê de wiha dibêje: "15‘ê Tebaxa sala 1991‘ de em komek bûn, kesên bi temem û dayikên têkoşeran çûn Lubnanê ji bo Rêbertî bibînin. Dema em gihaştin qada Akademiya Mahsûm Korkmaz li wir komeke xelkên Rojava hebûn."

Sebrî diyar dike ku piştî du rojan Rêber Ocalan li qada akademiyê dîtin û wan kêliyan wiha bi bîr tîne: "Saet 5‘ê sibê bû. Bi hatina Rêbertî re gel mîna pêlên deryayê herikîn qadê û dayikan jî ji kêfa hevdîtinê re tilîlî didan. Dema min Rêbertî dît çavên min ji kêfa tijî rondik bûn. Dema Rêbertî gihaşt qadê bi rûkenî em silav kirin. Axaftina li ser şoreşê çawaniya parastina welat û rihê hevaltiyê da destpêkirin. Her wiha got ‘divê  berjewendiyên kesayetî li aliyekî bin’ û girîngî da rihê welatparêziyê, mezinkirina têkoşînê heta avakirina Kurdistaneke azad û civakeke demokratîk. Rêber Ocalan di axaftinên xwe de qala yekîtiya netewî û aştiyê kir û got ‘em ji şer hez nakin, ji aştiyê hez dikin. Em parastina xwe dikin, divê em hevgirtina xwe ya netewî xurt bikin’. Me carek din jî hevdîtin bi Rêbertî re çêkir. Di wê hevdîtinê de kesayetê welatparêz Mele Beşîr ê ji navçeya Tirbespiyê hebû. Dema Rêbertî derbas bû ji Mele Beşîr pirsî, gelo em ê Kurdistan ava bikin ya ne? Mele Beşrî got  ‘serokê min tu dizanî’. Careke din Rêbertî pirsa xwe dûbare kir, Mele Beşîr got ‘madem bi vê felsefe û vê ramanê, em li ser rêya we ne em ê Kurdistana azad û serbixwe ava bikin. Rêber Ocalan got, ‘ez bi we bawer im û em ê biser kevin.’"

Sebrî Bozo ku li gel hevjîna xwe ya nexweş e û daxwazên wê bi cih tîne dibêje: "Ne ji fikirê Rêbertiyê baya û rêgeza hevjîna azad û çawa em bijîn niha ez ê ne li gel hevjîna xwe bama.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EITnqHR8aqA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>