Washington wê destwerdana Idlibê neke

Şêwirmendê ewlekariya neteweyî yê Amerîkayê  Robert O'Brien diyar kir ku îhtimal nîne ku Amerîka bi awayek leşkerî destwerdana Idlibê bike.

Washington wê destwerdana Idlibê neke
12 sibat, 2020   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Robert O'Brien di panelek a  ku li Washingtonê lidar ketiye got: "Rejîma El-Esad êrişî hêzên Tirkiyê û endamên ku pê re kar dikin kiriye. Gelo li benda me ne ku em rola polîsa navneteweyî bilîzin. Hizirê ku divê Amerîka tiştekî bike ez wê hincetek rast nabînin. Hêzên Rûsya, Îran û Sûriyê li rex Tirkiyê û hevalbendên wê hene. Çi pêwîste em biçin da ku şer rawest e."

Robert O'Brien wiha berdewam kir: "Rewşa Idlibê gelek dijwar e. El-Esad lîstokvanek gelek xirab e. Her wiha Îran jî. Gavên ku Tirkiye û Rûsya davêjin rewşê baştir nake. Washington hewl dide aştiyê li Sûriyê peyda bike."

Di heman demê Robert O'Brien destnîşan kir ku pêwîst nake ku Amerîka karên kirêt ên rejîma Sûriyê û Îranê rawestîne û di destê wan de çareseriyek sihrî tune ye heta ku rewşa Idlibê çareser bikin.

Di dawiyê de got: "Em ê bi tevahiya rêbazan êrişên li ser sivîlan şermezar bikin. Ew şerek navxweyî û hov e. Lê ez texmîn nakim ku em ê bi awayekî leşkerî mudexeleya Idlibê bikin di hewldanekê de ji bo ku rewşa wir a dijwar rast bikin."

(şx)