‘Çeteyan li rojavayê Helebê nuqteyên ku duh winda kiribûn vegerandin‘

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker nuqteyên ku rejîmê Sûriyê şevê din li taxa Raşidîn kontrolê kiribûn, îro vegerandin.

‘Çeteyan li rojavayê Helebê nuqteyên ku duh winda kiribûn vegerandin‘
26 ÇILE, 2020   18:48
HELEB

Çavkaniyên şopdarên rewşa Helebê ji ANHA‘yê ragihand ji duh ve piştî ku rejîm li taxa Raşidîn pêşket û îro jê vekişiya şerekî dijwar li aliyê rojavayê bajarê Helebê ve rû dide.

Çavkaniyan destnîşan kirin di encama topbaran dijwar a rejîmê û hêzên Rûsyayê xetên parastinê yên çeteyan hatin şikandin û rejîmê hinek nuqteyên li taxa Raşidîn kontrol kirin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan tunelên ku berê amadekiribûn û êrişkar bi kar anîn da ku rêveçûna şer li vê herêmê biguherin.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan nuqteyên ku şevê din li taxa Raşidîn a bejahiya rojavayê Helebê winda kiribûn vegerand. Tê gotin ku kuştiyên herdu aliyan hene.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VsnTKXQf4ts" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>