Eşîran Holê piştevaniya xwe ji QSD`ê re diyar kir

Nûnerên eşîrên Şedadê piştevaniya xwe ji QSD`ê û Rêveberiya Xweser re li dijî êrişên dewleta Tirk diyar kir û îşaret bi girîngiya derxistina şêniyên Bakurê Sûriyê ji kampa Holê kir.

Eşîran Holê piştevaniya xwe ji QSD`ê re diyar kir
24 ÇILE, 2020   13:53
HESEKÊ

Meclisa navçeya Holê civînek ji nûnerên eşîrên herêma Holê ya bajarê Hesekê re li dar xist da ku rewşa siyasî li herêmê û pirsgirêkên ku rastî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên, nîqaş bikin.

Civîn li hola meclisê hate lidarxistin. Di civînê de hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl jî amade bû.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku armanca êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkirina herêmê û vejandina serdema Osmaniyan e.  Xelîl diyar kir ku Erdogan berpirs û parêzvanê rêxistina Îxwan li cîhanê ye, çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên Artêşa El-Wetenî ye, ji ber vê yekê şerê wî li Bakurê Sûriyê dê ne tenê li herêmekê be.

Xelîl daxuyad ku tiştên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê dan, ji şehîd û hevgirtina gelên herêmê, hişt ku raya giştî ya cîhanê li kêleka doza gelên herêmê bisekine. Xelîl destnîşan kir ku israra rejîma Sûriyê li ser helwestên xwe ji dan û standinên der barê pêşeroja Sûriyê de, hişt ku rewşa Sûriyê hîn xirabtir bibe û rê da ku dagirkeriya Tirk serdestiya Sûriyê derbas bike û bajarên wê dagir bike. Her wiha ji bo pêşîlêgirtina pirsgirêk û zehmetiyên li herêmê, hevgirtina gel û yekbûna li hember dijmin pêwîst e.

Paşê deriyê diyalogê li pêşiya nûnerên eşîran der barê pirsgirêkên rastî herêmê tên de hate vekirin. Nûnerên eşîran piştevaniya xwe ji QSD`ê di şerê wê yê li dijî terorê û dagirkeriya Tirk re piştrast kir.

Nûnerên eşîran bal kişnad ser ku pêwîst e şêniyên bakurê Sûriyê yên ku destê wan di xwîna sûriyan de tune ye û ne girêdayî DAIŞ’ê ne, ji kampa holê bi lez bên derxistin.

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TZIKkhqaXII" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>