Şehîdên "Pêngava Tunekirina Terorê" li Dêrazorê hatin bibîranîn

7 şehîdên "Pêngava Tunekirina Terorê" di salvegera şehaseta xwe ya yekemîn de li gundewarê Dêrazorê hatin bibîranîn.

Şehîdên "Pêngava Tunekirina Terorê" li Dêrazorê hatin bibîranîn
Şehîdên "Pêngava Tunekirina Terorê" li Dêrazorê hatin bibîranîn
Şehîdên "Pêngava Tunekirina Terorê" li Dêrazorê hatin bibîranîn
18 ÇILE, 2020   16:03
DÊRAZOR

Şehîdên "Pêngava Şerê Tunekirina Terorê" Ehmed El-Ugla, Ebdulnasir El-Naîb, Mihemed Seyîd El-Etallah, Hemed El-Ezîz, Meter El-Necim, Zuhêr Feyad û Ebd El-Casim li goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya herêma Ebû Xeşeb li ser gorên xwe hatin bi bîranîn.

Şênî, nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir, ji aliyê şervanên QSD‘ê ve tûrana leşkerî pêk hat.

Bi navê Meclisa Jinan, Meclisa Malbatên Şehîdan û YPG‘ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan. Axaftivanan banga xurtkirina biratiya gelan û bersivandina her cûreyên dagirkeriyê.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA