Sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd re hate xwestin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sersaxî ji malbata şehîdê YPG‘ê Mehmûd Cemîl Osman (Diyar Amûde) xwest ê ku di encama kirîza dil de şehîd ketiye.

Sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd re hate xwestin
18 ÇILE, 2020   15:53
HELEB

Mersîma sersaxiyê li pêşiya mala têkoşer Diyar Amûde ya li beşa Rojhilatê taxa Şêxmeqsûd lidar ket. Bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî di nav de Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Yekitiya Demokratîk tev li merasîmê bûn.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmet û Serdemê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, YPG û YPJ`ê hate xemilandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre gelek axaftin bi navên Kongreya Star xeta Şehîd Gelhat û Gulê Selmo, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Kombûna Olan hatin kirin.

Axaftvanan teqez kirin ku şehîdan ji bo jiyana azad, rûmet û welatek ewle canê xwe feda kirin.

Her wiha destnîşan kirin ku tevahiya dewletan bi hinceta çareserkirina aloziya Sûriyê komplo li dijî gelê wê plan dikin. Bi taybet   dewleta Tirk a ku hewl dide demokrasiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Paş beşdaran sersaxî ji malbata şehîda Diyar Amûde xwestin.

Di dawiya merasîmê de endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo wesîqeya şehadeta şehîd Diyar xwend û şêniyan dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdem û Rûmetê û dilsoziya bi şehçdan re  berz kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9Ooc0C4BJlw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>