Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî gundên Til Temirê dikin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Til Temirê topbaran dikin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî gundên Til Temirê dikin
17 ÇILE, 2020   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hawn û obusan derdora mezreyeke çêlekan li gundewarê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê topbaran dikin. Di heman demê de balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk li ser herêmê digerin.

Li aliyekî din jî gundên Um El-Kêf ê navçeyê jî bi çekên giran tê topbarankirin.

ANHA