Yagiz: Divê Kurd ji bo parastina Kurdistanê bibin yek

Nûnerê HPD‘ê yê Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz got: "Divê Kurd ji bo parastina Kurdistanê ji êrişên Tirkiyê yekitiya xwe ava bikin. Bi yekitiyê kurd dikarin serekeftinên bi dest bixin mîna ku berê li Kobanê bidestxistibûn."

Yagiz: Divê Kurd ji bo parastina Kurdistanê bibin yek
Yagiz: Divê Kurd ji bo parastina Kurdistanê bibin yek
Yagiz: Divê Kurd ji bo parastina Kurdistanê bibin yek
Yagiz: Divê Kurd ji bo parastina Kurdistanê bibin yek
Yagiz: Divê Kurd ji bo parastina Kurdistanê bibin yek
Yagiz: Divê Kurd ji bo parastina Kurdistanê bibin yek
Yagiz: Divê Kurd ji bo parastina Kurdistanê bibin yek
Yagiz: Divê Kurd ji bo parastina Kurdistanê bibin yek
12 ÇILE, 2020   17:47
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê şaxê Hesekê bi hevkariya Koma Tolhildan ji bo piştgiriya yekitiya kurdî û Berxwedana Rûmetê şevbuhêreke çandî li avahiya TEV-DEM‘ê lidar xist.

Bi dehan rewşenbîr, şêniyên Hesekê û nûnerê Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP) li Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz beşdarî şevbuhêrkê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin. Nasir Yagiz axivî, spasiyê saziya ku şevbuhêrik organîze kiriye, kir.

Nasir rewşa siyasî nirxand û bal kişand ser armanca dewleta Tirk a dagirker û got: "Armanca sereke ya dagirkeriya Tirk ne tenê dagirkirina tevahî herêmên Kurdistanê ye, di heman demê de şikandina îradeya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Li ser vê yekê divê Kurd di vê pêvajoya dîrokî ya nazik û girîng de giraniyê bibin yekitiya kurdî û gel hişyar bikin. Di vê derbarê de erka rewşenbîrên kurdî fişarê li hêzên kurdî bikin da ku yekitiya xwe ava bikin."

Yagiz her wiha got: "Divê gelê kurd ji bo parastina Kurdistanê ji êrişên dewleta Tirk di rêzekê de bisekinin. Em sedemên rizgarkirina bajarê Kobanê ji mezintirîn rêxistinên terorîst bi bîr bixin ku yekitiya Kurdî û piştgiriya wê bi berxwedana Kobanê re bû. Her çiqasî çekê dijmin giran be nikare li hemberî yekitiyê bi serbikeve."

Nasir Yagiz bal kişand ser êrişên dagirekriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî û got: "Divê gelên Bakur û Rojhilatê li derdora QSD, YPG û YPJ‘ê kom bibin û li dijî dgirkeriyê bisekinin û xaka xwe rizgar bikin."

Piştî axaftina Nasir Yagiz, gelek helbestvanan li ser berxwedana QSD‘ê helbest xwendin.

Helbestvanên tev li şevbuhêrkê bibûn ev in: Anahîta Sîno, Mustefa Sîno, Bawer Can, Stêr Ebdî".

ANHA