Bêrîvan Xalid: Divê Amerîka û Rûsyayê rê li ber êrişên Tirkiyê bigirin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid bang li Rûsya û Amerîkayê kirin ku erkên xwe li beramberî herêmê bi cih bînin û li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê û çeteyên wê helwesteke cidî nîşan bibin.

Bêrîvan Xalid: Divê Amerîka û Rûsyayê rê li ber êrişên Tirkiyê bigirin
11 ÇILE, 2020   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9‘ê Cotmeha 2019‘an ve êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Her dawî bi rêya SÎHA‘yan navçeya Eyn Îsayê kirin hedef.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gorî lihevkirinên di navbera Rûsya û Tirkiyê de û Tirkiyê û Amerîkayê yên derbarê agirbestê de tevdigere.

Rexmî hebûna Amerîka û Rûsyayê û belavbûna hêzên parastina sînor ên rejîma Sûriyê û meşandina dewriyeyên Rûsya û Tirkiyê êrişên Tirkiyên hîna didomîn.

Girêdayî mijarê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid got: "Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên berdewam in, ya dawî êrişa bi balafirên bê mirov li diîj navçeya Eyn Îsayê bû. Ji ber êrişan sivîl hatin koçberkirin, qetilkirin û revandin. Ev yek piştrast dike ku ev rejîma sûcdar planên wê yên dagirkirina deverên din ji xaka Sûriyê hene."

Bêrîvan diyar kir ku armanc ji van êrişan çeteyên DAIŞ‘ê û komên terorîst ên ku li ser dest QSD‘ê têk çûn, dîsa zindî bibin.

Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku piştî ragihandina agirbestê li Bakur û Rojhiatê Sûriyê ya bi garantiya Rûsyayê û pêkanîna QSD‘ê erkên xwe navçeya Eyn Îsa hate hedefkirin û got: "Divê dewleta Rûsya ya garantora lihevkirinê erkên xwe bi cih bîne û li dijî zêdegaviyên rejîma Tirkiyê û çeteyên wê helwesteke cidî nîşan bide."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid êrişên Tirkiyê yên li ser Eyn Îsayê şermezar kir û bang li Rûsya, Amerîka û civaka navdewletî kir rê li ber êrişên rejîma Tirkiyê û komkujiyên wê yên dighêjin asta sûcên şer bigirin.

bb

ANHA