Meclisa Ciwanan a Reqayê dewreya hemşîretiyê bi dawî kir

Îro bi merasîmekê Meclisa Ciwanan a Reqayê, dewreya 4’an a hemşîretiyê bi dawî kir. Dewre bi tevlêbûna 60 endaman pêk hat û li ser perwerdeyên tenduristiyê bi dirêjahiya mehekê, bi dawî bû.

Meclisa Ciwanan a Reqayê dewreya hemşîretiyê bi dawî kir
Meclisa Ciwanan a Reqayê dewreya hemşîretiyê bi dawî kir
Meclisa Ciwanan a Reqayê dewreya hemşîretiyê bi dawî kir
1 ÇILE, 2020   13:51
REQA

Da ku zêdebûna danasîna tenduristî û çawaniya dan û standina bi rewşên lezgîn re pêk bê, dewre li dar ket. Wane li ser rewşên lezgîn ên destpêkê, dan û standina bi şewat, şikandin, benckirina bi tevahî cureyên wê, lêdana derzî, vekirina damaran, hatin dayîn.

Di dewreyê de, gelek xort û keçên ji bajarê Reqa û gundewarên wê beşdar bûn. Piştî dewre bi dawî bû, beşdarên dewreyê, spasiya Meclisa Ciwanan der heqê vekirina derfetê li pêş çîna ciwanan de kir.

Di dawiya dewreyê de, perwerdekaran wesîqeya bidawîkirina dewreyê ku ji Meclisa Ciwanan a Reqayê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê de hatiye erêkirin, wergit. Her wiha perwerdekaran piştrast kir ku amade ne dest bi xebatê bikin.

(fr)

ANHA