Rêveberiya Xweser projeyeke ava vexwarinê li Hesekê çêdike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide bi rêya projeyeke stratejîk bi lêçûna zêdetirî 3 milyar lîreyên Sûriyê ava vexwarinê ji bajarê Hesekê û gundewarên wê re peyda bike.

Rêveberiya Xweser projeyeke ava vexwarinê li Hesekê çêdike
Rêveberiya Xweser projeyeke ava vexwarinê li Hesekê çêdike
Rêveberiya Xweser projeyeke ava vexwarinê li Hesekê çêdike
Rêveberiya Xweser projeyeke ava vexwarinê li Hesekê çêdike
Rêveberiya Xweser projeyeke ava vexwarinê li Hesekê çêdike
Rêveberiya Xweser projeyeke ava vexwarinê li Hesekê çêdike
Rêveberiya Xweser projeyeke ava vexwarinê li Hesekê çêdike
25 kanûn, 2019   07:40
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Piştî ku saziyên rejîma Sûriyê rawestîn û herêm rastî wêraniyê hat, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide bi rêya rêveberiyên xwe li kantonan xebatên bingehîn ji şêniyên herêmê re bi rêya projeyên binesaziyê pêşkêş bike, tevî rêvebirina civakê û birêxistinkirina wê.

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de liser herêmê, stasyona ava vexwarinê ya Elûkê li rojhilatê navçeya Silûkê li bakurê kantona Hesekê kete bin kontrola dagirkeran. Rêveberiya Xweser di çarçoveya vedîtina çareseriyan de Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a Kantonê Hesekê hewl dide bi rêya projeyek stratejîk ava vexwarinê ji deverên girêdayî kantonê re peyda bike. Lêçûna vê projeyê 3 milyar û 134 milyon lîreyên Sûriyê ye.

Li gorî projeyê wê av ji çemê Xabûr ber bi bendava Hesekê ya rojhilat ve bi rêya kanalan bê kişandin. Li ser van kanalan hilmijên avê wê werin bicihkirin. Ew hilmij, avê ji rûbara çemê Xabûr radike wan kanalan. Ji wir av diherike stasyonên parzûnkirin û şêrînkirina avê.

Kantona Hesekê mîna herêmên din ji êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmehê de nefilitî. Ji herêmên herî zêde zirar dîtiye tê hesibandin. Beşek mezin ji axa xwe mîna navçeya Serêkaniyê, bajarokê Mabrûka û Aliya winda kirin. Tevî ku saziyên wê yên stratejîk ên ku herêm jê sûd digirt rawestîn. Mîna rewşa stasyona Elûkê ya ava vexwarinê, stasyona Mabrûka ya veguhestina enerjiyê, depoyên dan ên Aliya tevî rêya ku wê bi bakurê Sûriyê ve girê dide.

Kişandina avê ji gola Hesekê ya rojhilat re wê di radeya yekemîn de ji herikîna çemê Xabûr di zivistanê de sûd were girtin. Ji ber ku çemê Xabûr tenê her sal mîna vê demê radibe. Ji ber ku baran bi giranî dibare û lehiyên geliyên din digihêje çem.  

Li gorî nirxandina fenî ya projeyê ku ji hêla 20 endezyarên di warên avdan, çandiyê û projeyên avê de pispor in ve hatiye pêşkêşkirin, di her çar mehên zivistanê de wê 53 milyon metrekabik av bikeve gola bendavê. Ev miqdar wê ava vexwarinê rojane ji tevahiya bajarê Hesekê û gundewarên wê re heya salek û nîv bê qutkirin peyda bike. Rêjeya mizextkirina salane ya ava vexwarinê li bajêr derdora 28 milyon metrekabik.

Li gorî nirxandinê piştî windakirina 10 milyon metrekabik ji miqdara avê ya giştî ku digihêje gola bendavê ji ber hilmbûn û dilopkirinê di axê de proje wê salê 15 milyon metrekabik avê ya zêde peyda bike.

Proje wê kirîza ava vexwarinê ji demek dirêj re bidawî bike. Tevî wê jî, hebûna golê wê bandor li hawayê herêmê di her çar demsalan de û masîvaniyê bike.

Girêdayî qonaxên projeyê û dema wê hevserokê Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Hesekê Ebdulxafûr Oso destnîşan kir ku proje di qonaxên fenî yên dawîn de ye. Ji bo wê budceyek digihêje zêdetirî 3 milyar û 134 milyon lîreyên Sûriyê hatiye veqetandin. Piraniya wê ji kanalên kişandinê re hatiye veqetandin. Ev proje wê ji 120 rojan heya 150 rojan piştî diyarkirin budçeyê û destpêkirina kar bidome. Bi gihaştina avê ji gola bendavê re wê derbasî stasyonên parzûnkirin û şêrîkirinê bibe.

Kantona Hesekê li rojhilatê Sûriyê kontonek e  ji kantonên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêve dibe. Gelek navçe û bajarok girêdayî bajarê Hesekê hene; naçveyên Til Temir, Serêkaniyê, Aliya, Zirgan, Dirbêsiyê, Hol, Şedadê û Megerde. Heya bigihêje bajarokê Deşîşe li ser sînorên di navbera Iraq û Sûriyê de.

Ji roja yekemîn a êrişa Tirkiyê ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser bi rêya saziyên xwe li kanton  û bajaran hewl dide xebatên bingehîn ji herêmê re pêşkêş bike. Bi taybet ên sereke piştî ku hinek saziyên xizmetguzariyên mîna av û kehrebeyê piştî êrişan rawestîn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YBckegFuk80" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>