Roja yekem a 4. Kongreya YNK’ê bi dawî bû

Di roja yekem a 4. Kongreya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de bi piraniya dengan Encûmena Bilind a Siyasî hate hilbijartin û Kosret Resûl Elî wek serokê encûmenê hat hilbijartin.

Roja yekem a 4. Kongreya YNK’ê bi dawî bû
21 kanûn, 2019   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja yekem a Çaremîn Kongreya YNK’ê bi dawî hat. Li gorî çapemeniya ser bi YNK’ê ragihandî, di roja yekem de Dr.Berhem Salih, Dr.Rêwaz Fayeq û Qubad Talebanî ji bo endamên serkirdayetiya YNK’ê hatin hilbijartin.

Her wiha hate ragihandin bi piraniya dengan Encûmena Bilind a Siyasî hat hilbijartin ku ji 8 endamên berê yên Polîtbûryoya YNK’ê pêk tên. Hate diyarkirin Kosret Resûl Elî jî wek serokê vê encûmenê hate hilbijartin.

Mela Yasîn jî wek Berdevkê Kongreya Çarem a YNK’ê hate hilbijartin. Bi vî awayî roja yekem a kongreyê bi dawî hat.

YNK di 1'ê Hezîrana 1975'an de hatiye damezirandin û heta niha 3 kongre lidar xistiye. Kongreya dawî di sala 2010'an de lidar xistin. Ev kongreya 4'emîne tê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku tenê medya ser bi YNK'ê dikare kongreyê bişopîne.