​​​​​​​Şandeya Danîmarkayê: Em ê nêrînên xwe yên girêdayî herêmê bighînin parlamentoyê

Şandeya Partiya Sorekeska Demokratîk a Danîmarkayê serdana Heyva Sor a Kurd, avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê û Navneda Têkiliyên Giştî ya YPJ‘ê kir.

​​​​​​​Şandeya Danîmarkayê: Em ê nêrînên xwe yên girêdayî herêmê bighînin parlamentoyê
​​​​​​​Şandeya Danîmarkayê: Em ê nêrînên xwe yên girêdayî herêmê bighînin parlamentoyê
​​​​​​​Şandeya Danîmarkayê: Em ê nêrînên xwe yên girêdayî herêmê bighînin parlamentoyê
​​​​​​​Şandeya Danîmarkayê: Em ê nêrînên xwe yên girêdayî herêmê bighînin parlamentoyê
​​​​​​​Şandeya Danîmarkayê: Em ê nêrînên xwe yên girêdayî herêmê bighînin parlamentoyê
​​​​​​​Şandeya Danîmarkayê: Em ê nêrînên xwe yên girêdayî herêmê bighînin parlamentoyê
​​​​​​​Şandeya Danîmarkayê: Em ê nêrînên xwe yên girêdayî herêmê bighînin parlamentoyê
​​​​​​​Şandeya Danîmarkayê: Em ê nêrînên xwe yên girêdayî herêmê bighînin parlamentoyê
​​​​​​​Şandeya Danîmarkayê: Em ê nêrînên xwe yên girêdayî herêmê bighînin parlamentoyê
19 kanûn, 2019   16:14
QAMIŞLO

Şandeya Partiya Sorekeska Demokratîk a Danîmarkayê ya bi serkêşiya endamê Parlamentoya Danîmarkayê Soren Sondergaard li avahiya Heyva Sor a Kurd ji aliyê rêveber Cemîla Hemê û Kemal Dirbas ve hat pêşwazîkirin.

Cemîla Hemê rewşa koçberên ji Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê ji şandeyê re şîrove kir û agahiyên şaş ên ku şandeyê ji rêxistinên navdewletî yê der barê koçberan de piştrast kir. Cemîla destnîşan kir ku koçber ji bilî ji Hevya Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser alîkarî ji ti rêxistinan negirtine.

Rêvebera Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê ji ANHA‘yê diyar kir ku wan encamên êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê, bikarîna çekên qedexekirî û hedefkirina navend û ekîpên tenduristiyê bi şandeyê re vegot.

Şandeya Danîmarkayê her wiha serdana avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê kir. Li vir ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber Telhet Yûnis û Nezîra Gewriyê û hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Hisên Ezam ve hate pêşwazîkirin.

Telhet Yûnis ragihandin ku wan bi şandeyê re êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdengiya navnetewî û rewşa çeteyên DAIŞ‘yên di girtîgehên QSD‘ê de nîqaş kirin. Her wiha banga avakirina dadgeheke navdewletî li herêmê kir.

Yûnis got: "Me ji şandeyê rola mezin a Yekitiya Ewropa û dewleta Danîmarkayê şîrove kir ku dikare rê li ber dagirkeriya Tirk bigire bi rêya şandina hêzên navnetewî ji bo herêmê û garantiya ewle ya vegera koçberan li warê xwe."

Şande, her wiha serdana navneda Têkiliyên Giştî ya YPJ‘ê kir û bi berdevka fermî ya YPJ‘ê Nesrîn Abdullah û fermandara Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El-Abdullah hevdîtin kir.

Nesrîn Abdullah di hevdîtinê de diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî belavbûna gelek hêz li herêmê wekî, Rûsya, Amerîka, Tirkiyê, Îran û rejîma Sûriyê derbasî merheleyeke nû bû û got, hemû hêz hewl didin berjewendiyên xwe bi cih bînin. Nesrîn Abdullah anî ziman ku YPG û YPJ‘ê sivîlan diparêze.

Endamê Parlemantoya Danîmarkayê Soren Sondergaard piştgiriya xwe ya bi projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare kir û got, ew ê nêrînên xwe yên derbarê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bighîne parlamentoya Danîmarkayê û daxwaza alîkarî û piştgiriyê ji bo herêmê bike.

ANHA