Cotkarên Kobanê ji mewsimê îsal bi hêvî ne

Cotkarên kantona Kobanê tevî zor û zehmetiyan çandiniya genim û ceh bi dawî kir, niha jî bendewarên mewsimê ne.

Cotkarên Kobanê ji mewsimê îsal bi hêvî ne
Cotkarên Kobanê ji mewsimê îsal bi hêvî ne
Cotkarên Kobanê ji mewsimê îsal bi hêvî ne
Cotkarên Kobanê ji mewsimê îsal bi hêvî ne
18 kanûn, 2019   09:01
KOBANÊ-ŞÎLAN MIHEMED

Ji ber erda Kobanê ji çandiniyê re guncaw e, jêdera sereke ya şêniyên kantona Kobanê çandinî ye, lê tevî vê jî piraniya cotkaran ji ber kêmbûna avê, xwe dispêrin çandiniya bejî.

Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Kobanê diyar kir ku rûbera çandiniyê ya Kobanê nêzî 232 hezar hektaran e. Cotkarên Kobanê ji destpêka Îlonê ve dest bi çandiniyê kir û hem genim û hem jî ceh çandin, li gel ku pembo û garis jî li bejahiya rojavayê Kobanê çandin anku li nêzî çemê Firatê çandine.

Gerînedetiyê bi hevkariya Gerînendetiya Sotemeniyê tov û madeya semadê li cotkaran belav kirin. Miqdarê tovê li şêniyan hate belavkirin 934 ton e.

Berdevkê Komîteya Aborî ya Kantona Kobanê Xelîl Şêx Mislim diyar kir ku wan 20 lître mazot ji her hektareke bejî re veqetandiye, her wiha ji ya avî re jî 50 lître mazot hatiye veqetandin, li gel ku ji daran jî 25 lître mazot ji her hektarekê re hatiye veqetandin.

Lê der barê miqdarê mazota li cotkaran zadê avî hatiye belavkirin, ew li gorî motorên ku ji kehrebê bi kar tînin hatiye belavkirin.

Cotkarê bi navê Mistefa Berkil Sado hêviya bi mewsimê îsal tîne ziman û got tevî peydakirina madeya mazotê zehmet e jî, lê rewşa çandiniyê baş e.

Li milekî din jî cotkar Elî Ebûd got çandinî jêdera sereke ya piraniya şêniyên herêmê ye, em jî hêviya başiya mewsimê îsal dikin.

Îsal cotkaran zehmetiya peydakirina madeya mazotê dît û li gel ku hin cotkaran peyda nekir û çandiniya xwe sekinand, paşê Gerînendetiya Sotemeniyê madeya mazotê yekser li şêniyan belav kir.

Ji ber vê yekê piraniya cotkaran kotaya mazota soban ji bo çandiniya zadê xwe bi kar anî, lê Gerîndetiya Sotemeniyê plana qerebokirina cotkaran di peydakirina madeya mazotê de dike.

Îsal baran ne di dema xwe de bariya, ji ber vê yekê berhem bi derengî gihaştin, lê ji destpêka meha Kanûnê ve baran dibare û hêviyên cotkaran xurt in.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7dvoLDVZ_Rs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>