Rewşenbîr û siyasetmedarên Efrînê: Yekîtiya me xilasiya me ye

Siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin bang kirin ku pêwîste kedên bêtir bêne dayîn ji bo li herçar parçeyên Kurdistanê yekîtiya gelê Kurd ava bibe. Her wiha hişiyarî dan  û gotin: “Divê Kurd bi îdiayên dijmin ê ku tunekirina gelê Kurd armanc dikin, nexapin.”

Rewşenbîr û siyasetmedarên Efrînê: Yekîtiya me xilasiya me ye
15 kanûn, 2019   06:57
ŞEHBA-FÎRAS IBRAHÎM

Siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên Kurd ên ku li Kantona Şehbayê dimînin teqez kirin ku însiyatîfa hunermend û rewşenbîrên Kurd li derve bi însiyatîfa xwe yekrêziya refa kurdî armac dike û ew desteka însiyatîfê dikin.

Derbarê mijarê endamê rêveber ê Yekitiya Rewşenbîran Osama Ehmed teqez kir ku parçebûnên di navbera kurdan de di dirêjahiya dîrokê de bi destên derve û bi zanabûn bûn. Jê armanc dikirin ku gelê kurd ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, komkujiyan li dijî wan pêk bînin. Ev hemû ji ber ku xîtaba siyasî ya kurdî ne yek bû û bi dereweyên dijmin hatin  xepandin, rû da.

Ehmed destnîşan kir ku piştî hilweşîna dewleta Osmanî dewletên mezin rolek  sereke di parçekirina Kurdistanê de lîstin û wiha pê de çû: “Di serî de Amerîka, Britanya û Fransayê. Dewletên mitînger hertim hewl didin hebûna Kurd ji dîrokê tune bike û çanda wî biçewsînin. Her wiha dixwazin li herçar parçeyên Kurdistanê tevliheviyê di navbera gelê Kurd biafirînin.”

Ehmed diyar kir ku însiyatîfa hunermend û rewşenbîrên Kurd ên li derve erênî ne, divê kedên mezin ji bo yekîtiya Kurdan û xîtaba siyasî bêne dayîn. Ehmed diyar kir ku divê rewşenbîr bi partiyên siyasî re bicivin û nêrînên wan ji hev nêz bikin û nakokiyan bi dawî bikin.

‘PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK PROJEYÊN DIJMIN LI DIJÎ GELÊ KURD TÊK BIBIN’

Hunermend Hanan Sîdo got: "Gelê Kurd bi hewcedariya yekrêziyê li ser tevahiya astan e ji bo ku ji vê tengavê derkevin. Ji ber ku dewletên mitînger gelê kurd wek amrazekê bi kar tînin ji bo ku projeyên xwe yên mitîngerî bidomînin."

Sîdo destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk projeyên dijmin li dijî gelê Kurd têk bir û wiha domand: "Wek hunermend û rewşenbîrên Kurd di dema niha de dûrî partiyetiyê hêvî dikin ku gelê Kurd bibin yek û li ser bingeha yekitiyê kar bike."

Di dawiyê de Sîdo bang li tevahiya hunermend û rewşenbîran kir ku xîtaba xwe ya siyasî bikin yek ji bo ku planên dijmin têk bibin û bi derewiyên dijmin neyên xapandin.

Her wiha siyasetmedar Asad Menan got: “Tevahiya şoreşên ku li ser bingeha yekitiyê ava dibin, biser dikevin. Çaranûsa gel bi giştî li hember dijmin bi yekitiyê ava dibe.”

Menan  wiha domand: "Demên ku em tê re derbas dibin dîrokî ne. Divê em hewl bidin li pêşiya dubarkirina lihevkirinên ku kurd parçe kirine bigirin. Yanî lihevkirina Saykis Bîko û Lozanê."

Di dawiyê de Menan got divê gelê Kurd li Rojhilatê Navîn a nû ji aliyên siyasî û leşkerî  xwedî cih be.

(şx)

ANHA