Lûtkeya Kendavê li Riyadê dest pê kir   

Îro li paytexta Erebistana Siûdî di demekê de ku dewletên Kendavê li xetereya dewleta Tirk û Îranê bi metirsî dinêrin, dewreya 4’emîn a Lûtkeya Meclisa Hevkariyê ya Dewletên Kendava Erebî bi gelek ajandeyan dest pê kir.

Lûtkeya Kendavê li Riyadê dest pê kir   
10 kanûn, 2019   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, wezîrên karên derve yên Meclisa Hevkariyê ya Dewletên Kendavê dest bi civînên xwe yên amadekariya lûtkeyê kir. Di civînê de wezîrên karên derve mijarên di rojeva xebatên dewreya amadekariyê de diyar kirin.

Lûtkeya Kendavê gelek mijar û dozên cihêreng di pêvajoyên siyasî, parastin, ewlehî, aborî û civakî de nîqaş kirin û li rexê jî pêşdeçûnên siyasetên herêmî û navdewletî û bandora wê li ser rewşên ewlehiyê yên li herêm û dewletên meclisê jî lêkolîn kirin.

Beriya dest bi lûtkeyê bibe, li ser têkiliya di navbera dewletên Kendavê û Qeterê de hat axaftin. Her wiha wezîrê karên derve yê Qeterê Mihemed Bin Abdurehman Al-Sanî, dan û standinên di navbera welatê wî û Erebistana Siûdî ya girêdayî aloziyê de, eşkere kirin.

Di 2017’an de Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn û Misrê boykotkirina Qeterê li ser paşxaneya tawanên Dewhayê yên piştevaniya komên terorî û destwerdana li kar û barên dewletên cîran, ragihand.

Dewletên Kendavê bi metirsî û fikareke mezin li xetereya Îranê û xetereya dewleta Tirk dinêrin ku hewl dide Kendavê bi rêya avakirina baregehên leşkerî yên Enqereyê û piştevaniya komên terorîst li Rojhilata Navîn, dorpêç bike.

(fr)