​​​​​​​Malbatên Şehîdan bang kirin: Divê “Artêşa Nistimanî ya Sûriyê” bikeve listeya terorê

Malbatên Şehîdan ên taxa Şêxmeqsûrê ya bajarê Helebê gotin: “Divê, “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” bikeve lîsteya terorê ya cîhanê.”

​​​​​​​Malbatên Şehîdan bang kirin: Divê “Artêşa Nistimanî ya Sûriyê” bikeve listeya terorê
8 kanûn, 2019   07:07
HELEB-SOLÎN REŞÎD-HENAN MIHEMED

“Artêşa Wetenî ya Sûriyê” ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, ji komên çeteyên ku di Şibata 2016`an êrişî taxa şêxmeqsûdê kirine pêk tê.Komên çeteyan li dijî sivîlan çekên kîmawî bi kar anîn û di encamê de bi dehan sivîl bûn qurban.

Rêxistinên siyasî û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga xistina “Artêşa Niştimanî Sûriyê” di nava lîsteya terorê de kirin. “Artêşa Wetenî ya Sûriyê” bi piştgiriya dewleta Tirkiyê di 9’ê Cotmeha derbasbûyî de li  dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Remziyê Salih got: “ “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê”  fikirê DAIŞ`ê dide meşandin. Ji ber vê yekê hovîntirîn sûcan pêk tîne. Talankirin, wêrankirin, revandin û şûnwaran wêran  dikin. Di gel ku baziganiya endamên laşên mirovan dikin.”

Mînaka herî berbiçav ku artêşa wetenî ya sûrî pêk aniye, şehîdxistina sekretêra giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê Hevrîn Xelef û pêşêlkirina cenazeya endama YPJ`ê Emara ye.

Di milekî din de Hemîd Mistefa daxwaza hesabxwestina  ji"Artêşa Niştimanî ya Sûriyê"kir.

Yasir Mamo got: “Berpirsyarên sûcên şer ên ku çeteyan dewleta Tirk e. Ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve Erdogan piştgiriya komên çeteyan ên wekî DAIŞ, Cebhet El-Nusra û Artêşa Wetenî ya Sûrî dike. Dewleta Tirk bi van êrişan hewla têkbirina aramî û ewlehiya xaka Sûriyê dike.”

(eh) 

ANHA