Li Dêrazorê çalakiya konvedanê hat lidarxistin  

Bi dirûşmeya “Komkujiya Til Rifetê li ser zarokariyê rojek reş e û ji civaka navnetewî re şermek e” Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê El-Sewir li gundewarê Dêrazorê çalakiya konvedanê ji bo rojekê li dar xist.

Li Dêrazorê çalakiya konvedanê hat lidarxistin  
Li Dêrazorê çalakiya konvedanê hat lidarxistin  
Li Dêrazorê çalakiya konvedanê hat lidarxistin  
Li Dêrazorê çalakiya konvedanê hat lidarxistin  
Li Dêrazorê çalakiya konvedanê hat lidarxistin  
Li Dêrazorê çalakiya konvedanê hat lidarxistin  
4 kanûn, 2019   14:29
DÊRAZOR

Bi dehan şêniyên herêma El-Sewir, endamên meclisên sivîl û endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Dêrazorê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de du daxuyaniyî bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan û Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Dêrazorê hatin xwendin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. piştre daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan ji hêla endama rêveber Wefaa Celal ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Di encama êrişa Tirkiyê û çeteyên wê yên dawîn de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina navdewletî aloziya mirovî li Sûriyê nakoktir bû. bi hezaran sivîl di bin hincetên nerast û derew de hatin koçberkirin. Bi sedan jin, zarok û temenmezin li ber çavên cîhanê û bêdengiya navdewletî hatin kuştin.

Bi derketina DAIŞ`ê re careke din di bin navên cuda de, şaneyên veşartî li Dêrazorê bi awayekî mezin û balkêş tevgerên xwe zêde kirin. Bi dehan êrişên terorîst ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagiekr li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve pêk anîn.

Di daxuyaniya Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Dêrazorê de endama rêveber Hind El-Şilaş komkujiyên artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlan şermezar kirin û diyar kirk u Tirkiyê gelê Sûriyê qir û tune dike.

Hin El-Şilaş di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî kir ku sînorekî ji sûcên Tirkiyê û çeteyên wê re deyne. Her wiha banga hevgirtinê û parastina destkeftiyên şehîdan li gelên Sûriyê kir.

Piştî xwendina daxuyaniyan beşdarên çalakiyê sloganên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

(şx)

ANHA