Îbrahîm Qeftan: Dibe ku Misr bibe kilîta çareseriya aloziya herêma erebî

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan rola Misrê di bersivdayîna planên dewleta Tirk de anî ziman, nexasim ku hikumeta Erdogan gefan li Misrê dixwe. Qeftan got Misr kilîta çareserkirina aloziyên herêma erebî ye.

Îbrahîm Qeftan: Dibe ku Misr bibe kilîta çareseriya aloziya herêma erebî
3 kanûn, 2019   07:05
ŞERÎF EL-ABO - MINBIC

Têkildarî nêrîna Partiya Sûriya Pêşerojê di aloziya Sûriyê de, nexasim di demên dawîn û geşedanên dawîn ên der barê komîteya destûrê de, serokê partiyê Îbrahîm Qeftan ji ajansa me re axivî.

Têkildarî çareseriya aloziya Sûriyê Qeftan bal kişand ser çareseriyên hundirîn û yên derve û diyar kir ku ji baweriya pêkhateyên Sûriyê, nexasim kesên ku îdia dikin ku hewl didin aloziya Sûriyê çareser bikin, Sûriye ji gelên Sûriyê re ye, beyî ferq û cudahiya îdeolojiyan, çi li ser asta neteweyî bin û çi jî li ser asta olî bin, ev ne hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê ne, madem gelên Sûriyê rola wan di çareseriyê de tune ye.

Lê belê têkildarî rêgeha derve dê bi rêya lêvegera biryarên Cinêvê yên 2118 û 2254’an pêkan be, her wiha Îbrahîm Qeftan bal kişand ser girîngiya pêkanîna van biryaran û got bêyî li kûrahiya xalan vegerin, ev jî ji aliyê Rûsyayê ve hate diyarkirin ku rêgeha Cinêvê arasteyî Soçiyê kir û dosyayên bingehîn guherîn. Îbrahîm Qeftan bal kişand ser ku Soçiyê biryarên Cinêvê serobin kirin, dema ku pirsgirêka komîteya destûrê pêşniyar kir, mîna ku mirov bibêje şerê li Sûriyê bi dawî bûye û êdî pêwîstî tenê bi danîna destûrê heye.

Qeftan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya piştgiriya ji terorê re, êdî terora dewletê dide avakirin, ji ber vê yekê dewleta Tirk hewldana gelek dozan dike ku ew jî ev in; armanca Erdogan ji xîtaban dubarekirina Mîsaqî Millî ye, ev jî nîşana dagirkirina bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê heta bi Mûsilê û herêmên din e, ji ber vê yekê divê gelên Sûriyê rastiya Erdogan baş nas bikin, ji ber ku Erdogan çareseriya aloziya Sûriyê naxwaze.

Îbrahîm Qeftan îşaret bi hewldanên dewleta Tirk kir ku dixwaze hêzeke navdewletî li Sûriyê ava bike, her wiha bal kişand ser nêrîna Partiya Sûriya Pêşerojê ji dewletên erebî re, da ku rola xwe di çareseriya aloziya Sûriyê de bilîzin.

Qeftan got diviyabû Misr bersiva planên Tirkiyê bida, nexasim ku Misr ji aliyê hikumeta Erdogan a “îxwanî” ve tê hedefgirtin û hewldana têkbirina aramiya dewletên erebî dike. Di gel her kes dizane ku Tirkiyê rasterast destwerdana Lîbya û dewletên erebî yên derdorê dike, ji ber vê yekê muhteml e ku Misr qubleya çareseriya aloziya herêma erebî be.

Qeftan bang li dewletên erebî, herêmî û cîhanê kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk û guhartina demografiyê rawestin, ji ber Tirkiye li dagirkeriyê difikire û ne wekî ji Qibrisê derneket, dê ji vir jî dernekeve.

Her wiha bang li hikumeta Sûriyê kir ku alîkariya diyalogên Sûriyê bikin, da ku Sûriyeke avaker were avakirin, ne wekî beriya sala 2011`an ku li ser esasê navendî hate avakirin, her wiha divê rêz ji aliyên siyasî, herêman û pêkhateyên neteweyî re were girtin, di gel ku divê dewlet li ser esasê hemwelatî û welatparêzî were avakirin û rêz ji gelan re were girtin da ku Sûriyê bi destûra nû û hişmendiya nû re berdewam be.

(eh)

ANHA