Ebû Umer El-Idlibî: Dibe ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyê herkesî matmayî bihêle

Fermandarê Giştî yê Lîwa Şemal El-Demokratî Ebû Umer El-Idlibî diyar kir ku şerê li parêzgeha Idlibê rû dide, peymanên wergirtin û radestkirinê yên di navbera Tirkiyê û Rûsya de dibe ku di demekê kin de bi pêşketina rejîma Sûriyê her kesî matmayî bike.

Ebû Umer El-Idlibî: Dibe ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyê herkesî matmayî bihêle
Ebû Umer El-Idlibî: Dibe ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyê herkesî matmayî bihêle
Ebû Umer El-Idlibî: Dibe ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyê herkesî matmayî bihêle
Ebû Umer El-Idlibî: Dibe ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyê herkesî matmayî bihêle
Ebû Umer El-Idlibî: Dibe ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyê herkesî matmayî bihêle
2 kanûn, 2019   06:50
ŞEHBA – CAFER CAFO

Têkildarî rewşa dawî li Idlibê, kontrolkirina gelekên herêman ji aliyê rejîma Sûriyê û peymanên der barê Idlibê de Fermandarê Giştî yê Lîwa Şemal El-Demokratî Ebû Umer El-Idlibî ji ANHA‘yê re axivî.

Ebû Umer di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser niyeta dewleta Tirk a dagirker di herêmê de û got: "Rejîma Tirkiyê bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan koma Îxwan El-Muslimîn û rêxistinên terorîst dixebitîne da ku xeyalên xwe yên Osmanî bi cih bîne, ku paşketin û nezanebûn li Rojhilatê Navîn belav kir. Her wiha bi siyasetên xwe îsbat kir ku ew nikare welat û gelê xwe biparêze. Lê belê gelê Tirkiyê ji ber binpêkirinên hikumeta wî yên binkeftî û ne berpirs winda kir.

Di nav gotinên xwe de El-Idlibî diyar kir ku Tirkiyê duh Ermen qir kir. Îro jî bi serkêşiya Erdogan kirinên xwe dubare dike. Tikriyê bi êrişên xwe ku bi navê Kaniya Aştiyê bi nav kiriye kirinên xwe ji kuştin, revandin û koçberkirin didomîne. Her wiha destnîşan kir ku xeteriya planên Erdogan di lihevkirinên radestkirinê de di navber wî û Rûsyayê de veşartiye. Ev tişt ji gera Astana ya yekemîn di Çileya 2017`an de û heta gera 14`emîn a bê di Kanûna 2019`an de diyar bû."

ARMANCÊN REJÎMÊ DI ÊRIŞA LI SER BAŞÛRÊ IDLIBÊ

El-Idlibî wiha domand: "Ji armancên Rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji êrişên li eniyên gundewarên rojhilat û başûrê Idlibê dixwaze rêya giştî ya di navbera Xan Şîxon û Sincar de kontrol bike. Ji bo dûrbûna di navbera her du herêman de kurt bike. Piştî ku bajarê Xan Şîxon beriya çend mehan kontrol kiribû."

El-Idlibî di berdewama gotinên xwe de got: "Vegera şerên di navber Rejîma Sûriyê û çeteyên opozîsyonê de yên ku Tirkiyê desteka wan dike, destnîşan dike ku Rejîmê rêya ku gundewarê Helebê bi gundewarê Hemayê ve girê dide kontrol kiriye ji bo ku bi awayekî mezin rêyan kurt bike. Di encama wan şeran de Rejîmê gelek gund û bajarok li başûr û rojhilatê Idlibê kontrol kirin."

Idlibî diyar kir ku rê di navbera Sîncar û Xan Şîxon de di Mişêrfê re, Im El-Xelaxêl, Zerzor heya El-Xiwên derbas dibe û El-Timane heta Xan Şîxon û ji wir diçe Hemayê. Girîngiya rê ji Rejîma Sûriyê re ji vir tê, ji ber ku gelek nuqteyan di navbera Heleb, Hema û Idlibê de bi hev re girê dide. Lewra hewl dide wê rêyî kontrol bike.

HERÊMÊN DI BIN KONTROLA ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER DE KAXIZA ERDOGAN JI BO DERBASKIRINA PLANÊN WÎ NE

Fermendarê Lîwa El-Şemal a Demokratîk Ebû Umer El-Idlibî di dawiyê de got: "Li ser kesekî nayên veşartin ku dibe lihevkirinên radestkirina bi komî di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de bibe sedema pêşketina Rejîma Sûriyê û di demek kin de erdnîgariyek fireh kontrol bike."

Idlibî wiha pê de çû: "Ev wêne dîmen ji min re kurt dike. Ji ber ku kaxiza Erdogan a serkeftî û çalak ji bo ku planên xwe yên dijminahî û firehbûnê li herêmên Mertala Firatê, Şaxê Zeytûnê û herî dawîn Kaniya Aştiyê der bas bike li beramberî radestkirina herêmên opozîsyona Sûriyê ji Rûsya û Rejîma El-Esed re bû. Bi rêya çeteyên Cebhet El-Nusra ya ku niha bi navê Heyet Tehrîr El-Şam hatiye binavkirin û komên Ixwan Muslimîn ên girêdayî istxibarata Tirkiyê. Ji taxên rojhilatê Helebê, gundewarê Hims, Deraa, Xûta El-Şerqiye, gundewarê  bakurê Hema, gundewarê başûrê Idlibê heya bighêje rojhilatê gundewarê Idlibê. Lewra niha Idlib û gundewarên wê kaxiza bazarê ya tekane û serkeftî di destê Erdogan de maye."

(şx/bm)

ANHA