Çeteyên Tirkiyê astengdaran digirin û fidyeyê dixwazin

Koçberekî astengdar diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kesên astengdar û birîndar bi hincetên ku di şerê di nava QSD‘ê de birîndar bûne digirin û ji bo berdana wan fideyê dixwazin.

Çeteyên Tirkiyê astengdaran digirin û fidyeyê dixwazin
2 kanûn, 2019   06:50
EYN ÎSA

Mustefa Mihemed El-Xelef ji gundê Muhra yê Girê Spî ye, bavê 3 zarokan e . Mustefa sala 2015‘an di encama mayîneke çeteyên DAIŞ‘ê de destê wî yê çepê û lingê wî yê rastê jêdibin.

Mustefa mîna gelek xelkê bajarê Girê Spî ji ber êrişa dewleta Tirk a bêserûber li ser malên sivîlan koçber dibe û li kampa Girê Spî bi cih dibe.

Li ser mijarê Mustefa vî tiştî dibêje: "Ji ber topbrana bêserûber a cûdahî nedixist navbera sivîl û leşker em ji malên xwe derketin. Li gundên me ti baregehên leşkerî tunene, lê topbaran armanc dikir ku me ji malên me derxîne, da ku çete derbas bibin û malên me talan bikin."

Mustefa diyar dike ku ji ber astendariya wî ew ê nikaribe mal û malbata xwe biparêze eger çete êrişî mala wî bidin û wiha didomîne: "Piştî ku min bi xizmên xwe yên li gund mane têkilî çêkir gotin ku çete girtin ser malên gundiyan û gelek kes bi hinceta têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re hene girtin û dest danîn ser milkên wan."

El-Xelef destnîşan kir ku çete bi mebesta şêniyan santaj bike tewanên derew davêje, kesên astendar an birîndar bi tewana di nava QSD‘ê de şer kirine û birîndar bûne digirin.

Mustefa teqez kir ku çete kesekî astengdar ji gundê wî bi tewana di nava QSD‘ê de ye girtin û wî li beramerî 500 hezar lîreyên Sûrî serbest berdan.

Mustefa li ser vê mijarê nexwest navê kesê hate girtin eşkere bike ji ber ew kes hîna li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Mustefa baş kişand ku dema wî pez xwe li Girê Spî diçêrand bi mayînekê birîndar bû, di encamê de astengdar bû.

Mustefa her wiha diyar kir ku ew bi vegera li gundê xwe yên dagirkirî nafikre, nemaze piştî ku ji xizmên xwe nas kiriye ku li wir her tişte buha û kêm bûye û çeteyan astengiyan ji şêniyan re derdixînin.

Mustefa bi bîr xist ku çeteyan pezê apê wî birin, dema dixwest bifoşre da ku malbatê xwe bi heqê wê xwedê bike û got, çeteyan ji bo vegera pezê wî 50 hezar lîreyên sûrî xwestin.

Mustefa Mihemed El-Xelef di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navdewletî kir ku bila fişarê li dewleta Tirk bike da ku ji herêmên wan derkevin û vegera koçberan misoger bike.

(bb/bm)

ANHA