`Em gavekê paşve venakişin, an serkeftin an mirineke birûmet`

Şêniyên bajarê Qamişlo destnîşan kir ku herêm di pêvajoyeke nazik û xeternak re derbas dibe, her wiha armanca dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê guhertina demografiya herêmê ye. Şêniyan domandina berxwedana xwe teqez kir û bang li şêniyên herêmê yên li derve kir ku vegerin û bi erka xwe rabin.

`Em gavekê paşve venakişin, an serkeftin an mirineke birûmet`
20 mijdar, 2019   10:33
QAMIŞLO – ŞÎNDA EKREM – SILAVA EBDILREHMAN

 Ji 9`ê Cotmehê ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê tên ku hemû cureyên çekên giran mîna balafirên şer, top û tankan bi kar tînin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker heta niha gelek komkujî li dijî gelên herêmê pêk anîn û bi sed hezaran kes dan koçkirin.

Şêniyên bajarê Qamişlo dibînin ku ev pêvajo, pêvajoyeke nazik e ji hemû pêkhateyên herêmê re, her wiha diyar dikin ku divê hemû pêkhate û rêxistinên herêmê û di serî de hêzên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê refên xwe bikin yek û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Wedha Hisên Şêxmûs ji şêniyên bajarê Qamişlo ye û diyar kir ku ew di pêvajoyeke nazik û xeternak re derbas dibin û got: "Planên mezin hene ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedefa xwe. Hemû dewletan li xaka me berjewendiyên xwe hene, berjewendiyên gelê herêmê ne xema wan in. Ne xema wan e ku şênî tên kuştin û ji malên xwe koçber dibin."

‘Bêdengiya navneteweyî rê dide dewleta Tirk û çeteyên wê ku xaka me dagir bikin’

Wedha Şêxmûs da xuyakirin ku armanca êrişên hovane ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin, valakirina herêmê ji şêniyên resen e û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan e.

Wedha Şêxmûs destnîşan kir ku dewleta Tirk dagirker e, hewl dide desthilata Osmaniyan bide vejandin, dîroka Osmaniyan di rijandina xwîna gelên herêmê de heye, di encama wê de êrişî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kir û wiha got: "Lê gelê me ne mîna berê ye. Gel ji bo azadiya xwe têkoşînê dide meşandin û xwe di hemû aliyên jiyanê de bi rêxistin dike. Em tu dagirkeran li xaka xwe qebûl nakin."

Wedha Hisên Şêxmûs diyar kir ku kesên li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdeng mane, ew jî ji komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker dike berpirsyar in û wiha berdewam kir: "Me êrişî kesî nekiriye, lê belê her kes êrişî me dike. Dawiya Erdogan jî wê wekî dawiya dîktatorên beriya wî be."

‘Zarokên me di çeperan de me diparêzin, em jî taxên xwe diparêzin’

Şêniya bi navê Munîra Şakir destnîşan kir ku ew ê di bajar û gundên xwe de bimînin û dev ji xaka ku bi xwîna şehîdan rizgar bûye, bernadin. Munîra got: "Divê şêniyên herêmê şiyar bin û ji bo parastina bajarên xwe baweriya xwe xurt bikin. Zarokên me di çeperan de me diparêzin, em di hundir de taxên xwe diparêzin."

Şêniyê bi navê Mesûd Feysal jî diyar kir ku ev xaka pêşiyên wan e û ew ê parastina wê ji dagirkeran bikin. Her wiha got berxwedana wan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her roj mezintir dibe.

Feysel her wiha diyar kir ku şêniyên herêmê bi aramî û ewlehî dijîn, lê belê dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe hewl dide aramiya li herêmê têk bibe û wiha axivî: "Berxwedana li dijî dagirkeran erkeke exlaqî ye."

Feysal bang li koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li derve kir ku vegerin û parastina herêmên xwe bikin û got: "Em gavekê paşve venakşin. An serkeftin an mirineke birûmet."

 (jo)

ANHA