QSD’ê encamên şer û berxwedana roja 42`yan eşkere kirin-HATE NÛKIRIN

QSD`ê encamên şer û berxwedana roja 42‛yemîn bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kirin. QSD’ê diyar kir ku di encama topbaranê de 2 şervanên wan şehîd  bûne.

QSD’ê encamên şer û berxwedana roja 42`yan eşkere kirin-HATE NÛKIRIN
20 mijdar, 2019   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD‛ê ya roja 42‛yemîn wiha ye:

Artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên bi ser ve li seraserê herêmê êrîşên xwe yên bi çekên giran û balafirên bê mirov domandin.

Ebû Rasên

Artêşa dagirker û komên çete, di bin parastina balafirên bê mirov de hewl dan êrîş bibin li ser gundê Til el-Werid. Herwekî din komên çete di gundê Ûm Xeşeba de tevgera xwe ya dagirkeriyê zêde kirin.

Eyn Îsa

Artêşa dagirker bi çekên giran êrîş bir ser qadên sîvîl li herêma Ebû Sira û di heman demê de jî bi tang û topan topbaran kir. Li gundên Cirn û Xirbet Faris komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve hewl dan dagirkeriya xwe berfireh bikin.

Di encama êrîşên bi top balafirên bê mirov de bi giştî 2 hevalên me şehîd ketin.”