Dewleta Tirk demografiya Girê Spî diguherîne 

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker şêniyên herêmê koçber kirin, bi armanca guhartina demografiya herêmê, welatiyên ji herêmên din li bajarê Girê Spî bi cih dikin.

Dewleta Tirk demografiya Girê Spî diguherîne 
20 mijdar, 2019   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk û çeteyên wê yê Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê di 9 Cotmehê de bi armanca têkbirina projeya demokratîk û guhartina demografiya herêmê, êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Di encama êrişên artêşa Tirk de ku hê jî berdewam in, bi hezaran şêniyên herêma nêzî sînorê Sûriye-Tirkiyê koçber bûn, di gel ku artêşa Tirk li dijî sivîlan komkujî pêk anîn û çekên qedexekirî bi kar anîn.

Dewleta Tirk bi dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hewl dide demografiya herêmê biguhere û planên Osmaniyan ên nû li dewletên derdorê bide meşandin. Nîşana vê yekê jî dagirkirina Idlib, Cerablus, Bab û Efrînê yên bakurê Sûriyê ye.

Piştî artêşa Tirk a dagirker bajarên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin, şêniyên wê neçar man koçber bibin û paşê dest bi guhartina navên bajar, sazî, tax, dibistan û şaristaniya bajaran kir û herêm li komên çeteyan dabeş kir.

Di vê çarçoveyê de gelek wêne li ser medyaya civakî belav bûn û tê de diyar e ku ji deriyê Babê yê li ser sînor çete derbasî Girê Spî dibin û di dîmenan de diyar dibe ku mal û milkên welatiyan desteser dikin û navên çeteyan li ser dikanan hatine nivîsandin.

(eh)

ANHA