Li Hesekê agir bi malekê ket

Li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê agir bi malekî ket, ziyanên madî çêbûn.

Li Hesekê agir bi malekê ket
Li Hesekê agir bi malekê ket
Li Hesekê agir bi malekê ket
Li Hesekê agir bi malekê ket
17 mijdar, 2019   16:03
HESEKÊ

Jina bi navê Kîfah ku hevjîna şehîdê QSD‘ê Ehmed El-Hac e dema  xwarin amade dikir, agir bi lûleya gazê ket û gir bi malê ket. Kîfah yekser zarok ji malê derxistin û agirvemirandinê agahdar kir.

Berpirsê tîma agirvemirandinê ya bajarê Hesekê Ehmed Mihdî got hatine agahdarkirin ku malek li herêma El-Imran a li taxa Kelasê ya bakur rojavayê bajarê Hesekê dişewite. Li ser wê yekser berê xwe dane cihê şewatê û agir vemirandine.

Girêdayî sedama şewatê Mihdî got: "Ji ber ku agir bi lûleya gazê ket şewat rû da. Piştî ku agir bi malê ket xwediyên malê  hemû ji mal derketin."

Mihdî diyar kir ku ziyan tenê madî bûn û kesek birîndar nebûye

ANHA