Ebdî: Di dema hevditina Trump-Erdogan de Tirkiyê bi dijwarî êriş kir

Mezlûm Ebdî daxuyakirin ku di heman dema Trump û Erdogan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên êrişeke dijwar birin ser navçeya Til Temirê ya piraniya niştecihên wê xiristiyan in.

Ebdî: Di dema hevditina Trump-Erdogan de Tirkiyê bi dijwarî êriş kir
13 mijdar, 2019   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê got: "Di dema hevdîtina Erdogan û Trump de artêşa Tirk a dagirker a peymana agirbestê binpê dike, êrişên dijwar bire ser navçeya Til Temirê ku piraniya niştecihên wê xiristiyan in û bû sedema koçberkirina bi komî. Tirkiyê ji destpêka  lihevkirina agirbestê ve 1100 km2 dagir kiriye"

ANHA