Jineke DAIŞ`ê ku dixwest ber bi Girê Spî ve bireve, hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundrîn li navçeya Eyn Îsayê jineke DAIŞ`î ku dixwest ber bi herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bireve, girt.

Jineke DAIŞ`ê ku dixwest ber bi Girê Spî ve bireve, hat girtin
12 mijdar, 2019   12:15
EYN ÎSA

Jineke DAIŞ`î ku bi eslê xwe ji Tirkiyê ye bi alîkariya xalê wê Ebû Umer El-Tirkmanî ku li bajarê Girê Spî ye hewl da ber bi kantona Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, bireve

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navçeya Eyn Îsa jina DAIŞ`î li gundê Şêx Hesen duh girt.

(bx)

ANHA