Roja 34`emîn a Berxwedana Rûmetê… gundên Til Temirê hatin topbarankirin

Duh artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran gundên bejahiya Til Temirê topbaran kirin, di çarçoveya parastina rewa de QSD`ê êriş têk birin. Di heman demê de şêniyên gundên navçeya Dirbêsiyê dewriyeya Rûsî-Tirkî bi kevir û solan pêşwazî kirin.

Roja 34`emîn a Berxwedana Rûmetê… gundên Til Temirê hatin topbarankirin
12 mijdar, 2019   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana Rûmetê 34 roj li pey xwe hiştin û hêj artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Serêkaniyê, Girê Spî û Til Temirê topbaran dikin.

Li bejhaiya gundên Til Temirê topbaran dijwar e

Duh artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Rîhaniyê, Azîziye, Qasimiye, Reşîdiye û Mezret Dabo yên navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin. QSD`ê bersiv da û şerekî dijwar rû da.

Her wiha şerekî dijwar di navbera Meclisa Leşkerî ya Suryan û artêşa Tirk û çeteyên wê de li gundên Xabûr û deverên şûnwaran ên li kenara çemê Xabûrê li navçeya Til Temirê rû da û gundên Aşûriyan hatin topbarankirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran gundên Menax û Reşîtiye yên navçeya Til Temirê topbaran kirin. Şêniyên gundên Bîr Kinêsê yê navçeya Dirbêsiypê pêşwaziya dewriyeya Rûsî-Tirkî bi kevir, sebzeyên xerabe û solên diryayî pêşwazî kir.

Li Girê Spî şer berdewam e

Artêşa Tirk û çeteyên wê li bejahiya Girê Spî rojhilatê depoya Şerkak a navçeya Eyn Îsa topbaran kir. QSD`ê bersiva êrişên li ser gundê Mesûdiyê ya raserî rêya M4 da û êriş têk bir.

Di encama topbarana artêşa Tirk ji gundên bejahiya Girê Spî re, leşkerekî rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da û leşkerek birîndar bû.

Daxuyaniya QSD`ê

QSD`ê nasnameyên 15 şervanên Berxwedana Rûmetê eşkere kirin.

QSD`ê ragihand ku ji 17’Ê Cotmehê ve hevpeymana agirbestê hate ragihandin, lê belê artêşa Tirk û çeteyên wê hêj binpêkirinan pêk tînin û heta niha di encama bersivdayînên êrişên bejahî û asmanî yên li ser bajahiya Serêkaniyê û Girê Spî de, 182 şervan şehîd bûne û 243 şervan jî birîndar in.

QSD`ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker hêj hewldana dagirkirina herêman dike, ji ber vê yekê êriş berdewam in, li ser vî esasî di çarçoveya bersivdayînê de 2 çete hatin kuştin, şervanekî QSD`ê şehîd bû û 9 şervan jî birîndar bûne.

(eh)