Jinên Reqayê qezenciyên mewsimê pembo ji koçberan re veqetandin

33 endamên Rêveberiya Jinan a gundewarê  Reqayê qezenciyên berhemên mewsimê pembo ya 10 doniman, pêşkêşî koçberên Serêkaniyê û Girê Spî kirin.

Jinên Reqayê qezenciyên mewsimê pembo ji koçberan re veqetandin
Jinên Reqayê qezenciyên mewsimê pembo ji koçberan re veqetandin
Jinên Reqayê qezenciyên mewsimê pembo ji koçberan re veqetandin
Jinên Reqayê qezenciyên mewsimê pembo ji koçberan re veqetandin
10 mijdar, 2019   16:56
REQA

Piştî hefteyek ji kar di 10 doniman de, jinan karê xwe xilas kir û daxuyanî dan. Endama rêveber a Rêveberiya Jinan a El-Kerame Elîsar El-Xelef daxuyanî xwend.

Elîsar teqez kir ku ew ji bo alîkariya koçberên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî bikin dest bi vê xebetê kirine. Şêniyên wan herêman ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî malên wan neçarî koçberiyê bûn.

Elîsar bang li rêxistinên mirovî kir ku erkên xwe pêk bînin û tavahiya şêwazên destekê ji wan re pêşkêş bikin, bi taybet jî ku demsala zivistanê li ber derî ye ya kuzehmetiyên koçberan zêdetir dike..

(rr)

ANHA