Roja Jidayikbûna Hz. Mihemed li Helebê hate pîrozkirin

Kombûna Olan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê Roja Jidayikbûna Hz Mihemed li mizgefta Selahedîn Eyûbî ya rojavayê taxê, pîroz kir.

Roja Jidayikbûna Hz. Mihemed li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jidayikbûna Hz. Mihemed li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jidayikbûna Hz. Mihemed li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jidayikbûna Hz. Mihemed li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jidayikbûna Hz. Mihemed li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jidayikbûna Hz. Mihemed li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jidayikbûna Hz. Mihemed li Helebê hate pîrozkirin
Roja Jidayikbûna Hz. Mihemed li Helebê hate pîrozkirin
9 mijdar, 2019   19:43
HELEB

Bi dehan şêniyên ji ol û mezheben cûda yên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî merasîmê pîrozbahiyê bûn.

Merasîmên pîrozkirinê piştî nimêja îşayê bi xwendiya ayetên ji Qurana pîroz dest pê kir. Paşê gelek axaftin hatin kirin, ji rêvebirên Kombûna Oldan Elî El-Hesen, îmamê mizgefta El-Selam şêx Omer El-Şamî û îmamê mizgefta El-Ferwatî şêx Ebdulhemîd Yasîn, axivîn.

Kesên axivîn roja jidayikbûna Hz. Mihemed pîroz kirin, behsa îslama rast kirin û diyar kirin û şerîeta îslamê banga jiyana hevbeş û aştî û wekheviyê dike.

Paşê beşdaran sirûdên olî xwendin.

Di dawiyê de şêranî hate belavkirin.

(rr)

ANHA