‘Pereyên ku rêxistinên kurdistanî pêşkêş kirine dê bikevin xizmeta koçberan’

Ji endamên rêveber a Heyva Sor a Kurd got ew ê pereyên ku ji rêxistinên kurdistanî wergirtine, bixin xizmet û alîkariya koçberên Kampa Weşûkanî.

‘Pereyên ku rêxistinên kurdistanî pêşkêş kirine dê bikevin xizmeta koçberan’
‘Pereyên ku rêxistinên kurdistanî pêşkêş kirine dê bikevin xizmeta koçberan’
‘Pereyên ku rêxistinên kurdistanî pêşkêş kirine dê bikevin xizmeta koçberan’
8 mijdar, 2019   20:27
HESEKÊ

Newroz Ehemd spasiya Heyva Sor a Kurdistanê kir ji ber ku miqdarek pere ji Heyva Sor a Kurd re pêşkêş kiriye.

Endama rêveber a Heyva Sor a Kurd teqez kir ku ew pere wê ji bo alîkariya koçberên Kampa Weşûkanî ya li bajarokê Tiwêne li rojhilatê bajarê Hesekê were xerickirin.

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de li ser Bakur  û Rojhilatê Sûriyê ji 9`ê Cotmehê ve zêdetirî 300 hezar sivîl ji herêma Serêkaniyê neçar mane koçber bibin. Rêxistinên qaşo xêrxwaziyê yên navndewletî bi destpêkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ji herêmê derketine.

(şx)

ANHA