Di topbarana li dijî Helebê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ji vê nîvro ve taxên bajarê Helebê yên di bin kontrola rejîma Sûriyê de topbaran kirin, di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û hinek din jî birîndar bûn.

Di topbarana li dijî Helebê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da
6 mijdar, 2019   20:58
HELEB

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li rojavayê gundewarê Helebê û ji taxa El-Raşîdîn nuqteyên xwe danîne dest bi topbarankirina taxên Helebê ya Nû, Cemiyet El-Zehra û Cemîliyê yên di bin kontrola rejîma Sûriyê de kirin.

Li gorî çavkaniyê agahdar di encama topbarana li ser taxa El-Cemîliye de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û hinek din jî birîndar bûn. tevî zirarên madî gihiştin milkên sivîlan

(şx)

ANHA