ANHA‘yê rewşa dawî ya gundê Mesûdiyê şopand

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî gundên  hatine rizgarkirin ji mayînên çeteyan paqij dikin. Her wiha alîkarî pêşkêşî gundiyan kirin.

ANHA‘yê rewşa dawî ya gundê Mesûdiyê şopand
ANHA‘yê rewşa dawî ya gundê Mesûdiyê şopand
ANHA‘yê rewşa dawî ya gundê Mesûdiyê şopand
ANHA‘yê rewşa dawî ya gundê Mesûdiyê şopand
5 mijdar, 2019   15:21
GIRÊ SPÎ

Şervnên Meclisa Leşgerî ya Girê Spî vê sibehê gundê Mesûdiyê yê başûrê rojhilatê bajarê Girê Spî ku dikeve sêkoşeya rêya stratejîk a M4 ji çeteyên dagirkeriya Tirk rizgar kirin. Lê şênî di metirsiyê de ne ku careke din werin hedefkirin.

Kamîreya ajansa me ANHA‘yê rewşa gund a piştî rizgarkirinê şopand.

Şervanên Meclisa Leşkerî  xwarin û vexwarin pêşkêşî gundiyan kirin.

Şêniyên gund diyar kirin ku piştî çete derbasî gundê bûn dest bi talankirina malbatan kirin, lew re piştî dorpêça li ser gund hate rakirin wan biryar dan ku biçin herêmên ewle.

Çeteyan,  ala "Artêşa Azad" li ser depoya avê ya gund hilda bûn.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Cesûr Cezrawî diyar kir ku çete êrişî gundên derdora rêya stratejîk a M4 dikin, di nav de gundê Mesûdiyê ye yê ku vê sibehê hate paqijkirin. Cezrawî destnîşan kir ku çeteyan gund mayîn kiribû, niha ew gund ji mayînan paqij dikin û sivîlan diparêzin. Her wiha diyar kirin ku paqijkirina gundên Qenterî û Bîr Îsayê ji mayînan berdewam e.

Çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk ji saetên piştî nîvro ve gundên Şirkerakê yê başûrê Girê Spî bi çekên giran êrişî dike. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bersiva êrişan didin. Li vî gundê şer didome.

ANHA