Komîteya tenduristiyê ya Tebqayê: Dewleta Tirk a dagirker tîmên tenduristiyê dike hedef

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê bi daxuyaniyekê sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagireker û çeteyên wê der heqê tîm û kadroyên tenduristiyê yên ku bi erka xwe ya mirovî di rizgarkirina qurbaniyên şer de radibin de, şermezar kirin û daxwaza civaka navneteweyî kir ku Tirkiyê û çeteyên wê darizîne.

Komîteya tenduristiyê ya Tebqayê: Dewleta Tirk a dagirker tîmên tenduristiyê dike hedef
5 mijdar, 2019   11:42
TEBQA

Daxuyaniya li pêşiya nexweşxaneya Tebqa ya El-Wetenî ji aliyê Hevserokê Komîteya Tenduristiyê yaTebqa Ubêd Mislim ve hate xwendin.

Daxuyaniya Komîteya Tenduriyê ya Tebqayê wiha ye:

"Komîteya tenduristiyê ya Tebqayê berê û heta niha tevî hemû zehemtiyan û gefan, bi hemû hêza xwe xizmetguzariyên tenduristiyê pêşkêş dike.

E, hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji tîmên tenduristiyê yên herêmî û biyanî ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin şermezar dikin. Li gorî qanûna navneteweyî hedefgirtina tîmên tenduristiyê ji tiştê herî xirab ê şer e. Dewleta Tirk a dagirker bi wan êrişan hewl dide belgeyan veşêre û şahidan dûr bixe da ku sûcên xwe der heqê sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet bikaranîna çekên qedexekirî de, neyê teşhîrkirin.

Em bêdengiya civaka navneteweyî û paşguhkirina rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî ya ku Tirkiyê li Serêkaniyê li dijî sivîlan pêk anî, şermezar dikin. Ew jî tevî hebûna belgeyên ku Tirkiyê çeka fisfora spî bikar aniye ku kadroyên tenduristiyê şewatên ku bi dehan sivîl di êrişê de şewitîne, teşxîs kirine.

Di dawiya daxuyaniyê de komîteya tenduristiyê daxwaza parastina kadroyên tenduristiyê yên herêmî û navneteweyî kir û her wiha jî divê dewleta Tirk der barê sûcên ku der heqê sivîlên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne bê darizandin."

(jo)

ANHA