Li Minbicê meşa li dijî sûcên dagirkeriya dewleta Tirk

Bi sedan şêniyên gundê Meqta Hecer a Mezin yê dikeve başûrê rojavayê Minbicê  bi meşekê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.

Li Minbicê meşa li dijî sûcên dagirkeriya dewleta Tirk
Li Minbicê meşa li dijî sûcên dagirkeriya dewleta Tirk
Li Minbicê meşa li dijî sûcên dagirkeriya dewleta Tirk
Li Minbicê meşa li dijî sûcên dagirkeriya dewleta Tirk
Li Minbicê meşa li dijî sûcên dagirkeriya dewleta Tirk
Li Minbicê meşa li dijî sûcên dagirkeriya dewleta Tirk
Li Minbicê meşa li dijî sûcên dagirkeriya dewleta Tirk
Li Minbicê meşa li dijî sûcên dagirkeriya dewleta Tirk
4 mijdar, 2019   15:49
MINBIC

Şênî ji deriyê ketina gund ber bi avahiya Şaredagiya Gel a li navenda gund ve dest bi meşê kirin.

Meşvanan pankartên bi nivîsên`` Êl û eşîrên Minbicê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê red dikin``,`` Em dizanin kê em kuştin``,`` Me soza tohildanê daye``,``jina ciwan sembola şoreşê û azadiyê te`` û``Sûriyê ya tevahî Sûriyan e``,  her wiha alên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclîsa Jinê û Hêzên Xweparastinêbilind kiribûn.

Meş li navenda gund  rawestî, piştî deqeya rêzgirtin, li ser navê Meclisa Xeta El-Muhtereq hevseroka meclisê Delea El-Husên, li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El- Maşî, li ser navê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo, li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî fermandar Mehmûd Îbrahîm, axivîn. Kesên axivîne êrîşên dewketa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê , şermezar kirin û gotin wê Erdogan û artêşa wê nikaribe îradeya gelê herêmê bişkîne.

Axaftivanan destnîşan kirin ku "Bi saya fedakariya şehîdên em li vê derê rawestîne, em rê nadin dagirkerî buhistek ji xaka me ya bi keda şehîdan hatiye avdan, dagir bike û em ê herêmên hatine dagirkirin jî rizgar bikin."

Fermandar Mehmûd Îbrahîm jî got ``Em wek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê amade ne bi hemû hêza xwe bersiva her êrîşekê were ser bajêr bidim``, û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Xwepêşandan bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Berxwedana Rûmetê, bi dawî bû.

(rr)

ANHA