Ji roja destpêkê ve xwarinê ji çalakvanan re amade dikin

Endamên Kongreya Star a bajarê Qamişlo rojane xwarinê li şêniyên bajarê Serêkaniyê ku li pêşiya navenda Komseriya Koçberan a NY`yê çalakiya konvedanê dikin, amade dikin.

Ji roja destpêkê ve xwarinê ji çalakvanan re amade dikin
Ji roja destpêkê ve xwarinê ji çalakvanan re amade dikin
Ji roja destpêkê ve xwarinê ji çalakvanan re amade dikin
Ji roja destpêkê ve xwarinê ji çalakvanan re amade dikin
Ji roja destpêkê ve xwarinê ji çalakvanan re amade dikin
Ji roja destpêkê ve xwarinê ji çalakvanan re amade dikin
4 mijdar, 2019   12:21
QAMIŞLO

Zêdeyî 300 hezar kes ji şêniyên herêma Serêkaniyê û Girê Spî ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neçarî koçberiyê bûn.

Şêniyên Serêkaniyê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her wiha komkujiyên li dijî gelê herêmê û koçberkirina wan bi darê zorê ji 28`ê Cotmeha derbasbûyî li pêşiya navenda Komseriya Koçberan a NY`yê ya li bajarê Qamişlo, çalakiya konvedanê didomînin.

Endamên Kongreya Star a bajarê Qamişlo bi armanca destekdayîna çalakvanan ji roja destpêkê ji çalakiyê û heta roja îro xwarinê ji wan re amade dikin.

Yek ji rêveberên Kongreya Star Emîna Abdullah ku bi jinan re xwarin amade dikir wiha got:"Em ji roja destpêkê de li vir in û xwarinê ji çalakvanan re amade dikin. Ev tişta herî kêm e ku ji şêniyên xwe re yên neçarî koçberiyê bûne, bikin."

Emîna diyar kir ku Rêveberiya Xweser hemû pêwîstiyên ji bo amadekirina xwarinê ji wan re pêşkêş dike.

Endamên meclisan ên bajarê Qamişlo xwarinê ji çalakvanan re dibin bin konê çalakiyê.

(bx)

ANHA