Şêniyên Til Temir: Ev der warê me ye û dernakevin

Şêniyên navçeya Til Temîr li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê helwestên xwe diyar kirin û gotin" Ev der warê me ye, çi bibe bila bibe, em ji warê xwe dernakevin."

Şêniyên Til Temir: Ev der warê me ye û dernakevin
4 mijdar, 2019   07:04
HESEKÊ – MÛRADA KENDA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di 9‘ê Cotmehê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên hovanê pêk anîn. Di êrişan de teknîka herî pêşketî û çekên qedexekirî li ser sivîlan hatin bikaranîn. Heya niha jî êrişên dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê nehatine rawestandin.

Yek ji wan navçeyê, Til Temir e ku ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan pêk tê ku li dijî êrişên hovanê helwestên xwe diyar kirin.

Şêniyên navçeya Til Temir di warê xwe de jiyana xwe ya rojane bi berxwedanê xemilandine û li ser zimanê wan ji bilî berxwedanê tu tişt tine ye.

‘Erdê me namûsa me ye, em ê biparêzin’

Şêniyê bi navê Elî Hecî li dijî dagirkeriyê anî ziman ku ev der warên wan e û çi dibe bila bibe, ew ji warên xwe dernakevin û got: “Dewleta Tirk dîsa harbûye û li ser gelê herêmê dixwaze komkujiyan pêk bîne. Em ji warê xwe derneketine û dernakevin jî. Ez parastina axa xwe dikim. Em welatê xwe diparezin. Erdê me namûsa me ye. Min ji mala xwe ne qirşikek ranekiriye û di mala xwe de ne. Dewleta Tirk gelê me koçber dike û zarokên me pêrîşan bûne. Xwedê ji dewleta Tirk û çeteyên wê re nehêle.  Gelê me koçber dike û dewsa wan de jî koçberan tîne. Ev adalet e?  Dewletên navnetewî divê êdî vî tiştî bibînin. ”

‘Em li ber xwe didin û dê li ber xwe bidin jî’

Yûsif Ehmed jî dibejê dewleta Tirk dewleteke zalim e û got: “Dewleta Tirk çav berdayê warê me. Bê gûman em ê li dijî planên dewleta Tirk li ber xwe bidin û erdê xwe nadin wan. Heya ji destê me were, em ê parastinê bikin. Em bên kuştin jî, ji erdê xwe dernakevin. Rojanê keşif, balafir û topên wan li ser navçeya me hene. Ne tenê Kurd li vir dijîn, her wiha jî Ereb, Suryan û Ermen jî hene. Ew birayên me ne û di jiyaneke hevbeş de dijîn. Xwesteka me yekîtiye, da ku li dijî wan êrişan bi tundî bisekinin.  Ev yekitî pêwîst e. Hemû dewlet li ser me planan çêdikin. Em jî li vir li ber xwe didin.”

Henna Yunan a pêkhateya Kildanê dibejê:  “Li Til Temirê Kurd, Ereb, Suryan  û Ermen yek dest in. Em  ji Til Temirê bi der nakevin.”

‘Em warê xwe ji çeteyan re nahêlin’

Zîlan Ismaîl jî di bin balafirên keşfê de  ku ber deriyê mala xwe dişo got,  dewleta Tirk bi hemû hovîtiya xwe li ser gel êrîşan pêk tîne û dibejê: “Her çiqas êrişên dewleta Tirk dijwatir jî bin, lê  ji warê xwe bi der nakevin û li ber xwe didin. Em ê bi ser bikevin û wê Erdogan jî bin bikeve. Her çiqas balafir li ser me bigerin jî, ji malên xwe bi der nakevin. Ax, axa me ye û tu carî axa xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wê re nahêlin.”

ANHA