Xelîl (67) bi tivingê gundê xwe diparêze

Rastiya gelê şoreşger û şerker di Berxwedana Rûmetê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li hemberî hovantirîn êrişan eşkere dibe. Berxwedana Rûmetê rastiya têgeha terorê derxistiye holê û veguherandiyê heqîqetê. Di vê berxwedana dîrokî de, çeka herî bi hêz a li hember qirkir û kuştinê li ber xwe dide, vîna azad e.

Xelîl (67) bi tivingê gundê xwe diparêze
4 mijdar, 2019   06:59
HESEKÊ-BESIL REŞÎD

Berxwedana Rûmetê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser herêmê di 9`ê Cotmehê de destpê kir.

Ji destpêkirina êrişan ve, ne tenê leşker li eniyên şer bûn û erka parastina nirxên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) hilgirtiye, lê belê civak ji roja destpêkê ve bi rêya çalakiyên piştgiriya berxwedanê û erka parastina axê beşdar bûn.

Ne tenê çîna ciwanan bersiva banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê ragihandiye, da. Lê belê temenmezin jî tev li berxwedanê bûn û çek rakirin.

Şêniyê bi navê Xelîl Îbrahîm tevî malbata xwe qebûl nekir ku ji mala xwe ya li gundê Dawûdiyê yê navçeya Til Temirê derkeve. Da ku li rex ciwanên QSD’ê bisekine û şer bike.

Resûl li ser bana mala xwe û dûrbînek di destê wî de, li rex wî tivingeke nêçiriyê ya kevin ku ji pêşiyên wî maye(martîn) wiha dibêje: "Ev ax a me ye û şervanên QSD`ê zarokên me ne. Em qebûl nakin ku zarokên xwe bi tenê di eniyên şer de bihêlin."

Gundê Dawûdiyê 10 km dûrî navenda navçeya Til Temir e. Resûl ji destpêka êrişan ve ji Hêzên Sûriye Demokratîk dûr neketiye.

`Em hêza xwe ji şervanên xwe digirin, hebûna me hêz dide wan`

Resûl(67) bi dûrbîna xwe êriş û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li ser jîngehan dişopîne.

Der barê sedama mayîna wî heta niha, tevî topbaran dijwar li ser gundan, Resûl got: "Ji destpêka êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê, ji mal û gundê xwe derneketin. Ji ber ku em li rex hêzên xwe QSD’ê li hember êrişan disekinin. Ji bo ku gundê xwe biparêzin."

Resûl wiha domand: "Em li vir in. Em hêz ji şervanên digirin ku li hemberî êrişên li dijî axa me  pêk tên, li ber xwe didin. Hebûna me di nav wan de hêz û vînekê dide wan. Çi dibe bila bibe, em zarokên xwe bi tenê nahêlin."

`Ez, hevsera min û zarokên xwe şervan in`

Resûl dibêje, tevî malbata xwe li mal û gundê xwe mane û wiha berdewam kir: "Du zarokên min di nav QSD’ê de ne. Hevsera min Fatme(66) weke şervanekê ye, çi kar jê tê xwestin dike."

`Ev ax a me ye û şervanên QSD`ê zarokên me ne`

Resûl piştrast dike ku ev ax, axa wan e û şervanên QSD`ê zarokên wan in, lewra dest ji zarokên xwe yên di eniyên pêşîn de bernadin.

(şx)

ANHA