Hejmara sivîlên di êrîşa li Til Werd şehîd bûn gihişte 3’an

Hejamara sivîlên di encama êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li gundê Til Werd a girêdayî navçeya Zirgan a Serêkaniyê de şehîd bûne, gihişte 3’an û 6 birîndaran.

Hejmara sivîlên di êrîşa li Til Werd şehîd bûn gihişte 3’an
31 cotmeh, 2019   15:38
HESEKÊ

Ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, gundê Til Werd ê girêdayî navçeya Zirganê tê topbarankirin û di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 6 birîndar bûn.

Navên sivîlên şehîd bûne wiha ne; Îbrahîm Mihmed Xelef(60) û hevjîna wî Tufaha Elî Salih(55), nasnameyê şehîdê din nehate naskirin.

Ji birîndaran jî navê du kesan hate naskirin, Mehmûd Mihêmîd Xelef (38), Ehmed Taha Mensur (40).

Topbaran hîna berdewam e.

ANHA