Şêniyên gundê Til Werid di nava dorpêçê de ne

Îro ji saetên sibê ve gundê Til Werid ê girêdayî navçeya Zirganê ku sivîl têde dijîn tê topbarankirin. Ji ber topbarana bêserûber şênî nikarin derkevin.

Şêniyên gundê Til Werid di nava dorpêçê de ne
31 cotmeh, 2019   13:52
HESEKÊ

Nûçegihanê me ragihand ku gundê Til Werid ji saetên sibê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê topbarankirin. Li gorî agahiyên destpêkê ku di encama wê de du hevjînên kalepîr jiyana xwe ji dest dan.

Şêniyên gund ên ku karibûn ji gund derkevin ji ajansa me re axivîn. Şêniyan tekez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derfet nadin şêniyan ku ji gund derkevin, her wiha got hejmareke sivîlên birîndar di gund hene û rewşa wan girane lê nikarin derkevin. Şêniyan metirsiyên xwe diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker niyet dike ku komkujiyan li dijî sivîlên gund pêk bîne.

Welatiyê bi navê Ehmed Êlêwî Mihmîd ji şêniyên gundê Til Werid ê navçeya Zirganê ye bi zehmetî ji gund derket ev tişt got:"Gelek xizmên me di gund di nava dorpêçê de ne û xeteriyeke mezin li ser jiyana wan heye."

(bx)

ANHA