Xwendekarên Qamişlo, şêniyên Til Hemîsê û rûspiyên Ereb li dijî dagirkeriyê meşiyan

Xwendekarên bajarê Qamişlo, şêniyên navçeya Til Hemîsê û koçberên Serêkaniyê ku li pêşiya navenda NY`yê ya li bajarê Qamişlo di roja 4`emîn de çalakiya konvedanê dewam dikin, banga yekîtiya gelê herêmê û banga mafên xwe kir.

Xwendekarên Qamişlo, şêniyên Til Hemîsê û rûspiyên Ereb li dijî dagirkeriyê meşiyan
Xwendekarên Qamişlo, şêniyên Til Hemîsê û rûspiyên Ereb li dijî dagirkeriyê meşiyan
Xwendekarên Qamişlo, şêniyên Til Hemîsê û rûspiyên Ereb li dijî dagirkeriyê meşiyan
Xwendekarên Qamişlo, şêniyên Til Hemîsê û rûspiyên Ereb li dijî dagirkeriyê meşiyan
Xwendekarên Qamişlo, şêniyên Til Hemîsê û rûspiyên Ereb li dijî dagirkeriyê meşiyan
Xwendekarên Qamişlo, şêniyên Til Hemîsê û rûspiyên Ereb li dijî dagirkeriyê meşiyan
Xwendekarên Qamişlo, şêniyên Til Hemîsê û rûspiyên Ereb li dijî dagirkeriyê meşiyan
Xwendekarên Qamişlo, şêniyên Til Hemîsê û rûspiyên Ereb li dijî dagirkeriyê meşiyan
Xwendekarên Qamişlo, şêniyên Til Hemîsê û rûspiyên Ereb li dijî dagirkeriyê meşiyan
31 cotmeh, 2019   13:44
QAMIŞLO

Îro bi sedan xwendekarên bajarê Qamişlo bi armanca destekdayîna QSD`ê û koçberên bajarê Serêkaniyê ku li pêşiya navenda komseriya koçberan a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo çalakiya konvedanê dewam dikin, meşek lidar xist.

Di meşê de xwendekaran pankartên piştgiriya QSD`ê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hildan.

Her wiha zarokan wêneyên ku çawa ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê têne hedefgirtin, bikaranîna çekên qedexekirî di aliyê navdewletî de û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef hildan.

Meş ji çerxerêya taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD, YPJ/YPG`ê û berxwedana Rojava û şermezarkirina Erdogan hatin berzkirin.

Xwendekaran hêrs û nerazîbûna xwe ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker diyar kir her wiha bang li civaka navdewletî kir ku alîkariya xwendekarên Serêkaniyê bike da ku li xwendina xwe vegerin.

Xwendekarê bi navê Abdullah Hacî got ew ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker tev li meşê bûne her wiha da ku bûyerên ku li Serêkaniyê diqewimin, şermezar bikin.

Xwendekara bi navê Jiyan Ehmed êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kiriyarên li dijî gel şermezar kir û wiha anî ziman:"Em bang li tevahî cîhanê dikin ku li hember êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên me bisekinin. Em mafên xwe di welatê xwe de dixwazin her wiha em dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin."

Xwendekaran banga rawestandina êrîşên li dijî herêmê û vegera şêniyên Serêkaniyê li bajarê xwe kir da ku xwendekar karibin xwendina xwe dewam bikin.

Meş li pêşiya avahiya NY`yê ya li bajarê Qamişlo veguherî mîtîngê. Xwendekarên Serêkaniyê ku ji ber êrîşan neçarî koçberiyê bûne tev li mîtîngê bûn. Her wiha şêniyên Til Hemîsê û rûspiyên eşîreyên Ereb tev li mîtîngê bû û dirûşmeyên li dijî artêşa Tirk a dagirker, berz kir.

Paşê xwendekar û mamoste li kêleka şêniyên Til Hemîsê û rûspiyên Ereb berê xwe dan konê çalakiyê. Konê çalakiyê ev 4 roj li parka Arî ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo, dewam dike. Konê çalakiyê dê heta pêkanîna xwestekên şêniyên Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê neçarî koçberiyê bûne û bidawîkirina dagirkeriyê, dê dewam bike.

(bx)

ANHA