Xwendekar û mamosteyên Tebqayê: Li pey QSD`ê em artêşa duyemîn in

Bi însiyatîfa Komîteya Perwerde û Fêrkirinê xwendekar û mamosteyên Tebqayê meşek li dar xistin û diyar kir, ku li pey QSD`ê xwendekar û mamoste dê artêşa duyem bin, bi hev re, bi qelem û zanîna xwe li dijî terorîsta Tirkiyê şer bikin.

Xwendekar û mamosteyên Tebqayê: Li pey QSD`ê em artêşa duyemîn in
Xwendekar û mamosteyên Tebqayê: Li pey QSD`ê em artêşa duyemîn in
Xwendekar û mamosteyên Tebqayê: Li pey QSD`ê em artêşa duyemîn in
Xwendekar û mamosteyên Tebqayê: Li pey QSD`ê em artêşa duyemîn in
Xwendekar û mamosteyên Tebqayê: Li pey QSD`ê em artêşa duyemîn in
31 cotmeh, 2019   13:39
TEBQA

Bi sedan mamoste û xwendekarên herêma Tebqayê ji ber Mala Jinê ya li taxa Duyemîn a bajêr dest bi meşkê kirin û ber bi dibistana Cemal Abdulnasir ku dikeve taxa Yekemîn ve çûn. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên"Em wekî zarokan ji bo perwerdê hatine dinê, ne ji bibin ezmûnkirina çekan hatine dinê, na ji şerê li dijî zaroktiyê, na ji qetilkirina zarokan" û wêneyên Hevrîn Xelef û alên komîteya perwerdê hilgirtin.

Xwepêşandêran sloganên"Bijî berxwedana QSD`ê û na ji Erdoganê faşît re"berz kirin.

Meş li ber dibistana Cemal Abdulnasir veguhrî mîtîngê.Li vir li ser navê xwendekarên Tebqayê zaroka bi navê Lona Musa axivî û îşaret bi xemgînî xwe û hemû zarokên Tebqayê kir û êş û azarên ku dewleta Tirk bi serê zarokên Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên din de pêk tîne û bandorê li pêşeroja wan dike, parve kir.

Zarokan îşaret bi israra soza QSD`ê li dijî artêşa ku xwe di nava mezintirîn artêşa cîhanê de dibîne, her wiha diyar kirin ku QSD`ê pêşenga wan û nifşên pêşerojê ye, ji ber QSD`ê piştî DAIŞ`ê tê bir, kêfxweşî xist nava zarokên herêmê de.

Di dawiya mîtîngê de, zarokan bang li cîhan, her kesên banga parastina mafên zarokan dikin û rêxistinên cîhanî kirin, ku li dijî qetilkirina zarokan derbikevin û parastina zarokan ji çekan bikin.

(eh)

ANHA