Ev çi niştimanî ye ya ku hûn pê şêniyên welatê xwe qetil dikin!

Hunermend û rewşenbîrên Minbicê dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê şermezar kirin. Her wiha ji çeteyên sûrî yên alîgirê Tirkiyê re gotin, gelo ev çi niştimanî ye ku hûn pê şêniyên welatê xwe qetil dikin!

Ev çi niştimanî ye ya ku hûn pê şêniyên welatê xwe qetil dikin!
30 cotmeh, 2019   16:42
MINBIC

Bi dehan hunermend û rewşenbîrên bajar û gundewarê Minbicê li Navenda Çand û Huner a bajêr kom bûn.  Endamê rêveber ê navendê Cesim Termoş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser xaka Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyêhatin şermezar kirin û hate gotin " Em ji kesên navê artêşa niştimanî li xwe kirine re dibêjin gelo ev çi niştimanî ye ku hûn pê şêniyên welatê xwe qetil dikin!.

Ji ber sînorê dewleta Tirkiyê gund û bajarên me bûne du beş. Wê navê êrişên xwe yên li dijî rojhilatê Firatê û Bakurê Sûriyê kiriye kaniya aştiyê, lê me aştî nedîtiye, em kuştin, dizî û sûcên mîna qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef dibînin."

Rewşenbîr û hunermendan di daxuyaniyê de bang li tevahiya cîhanê dikin ku bila werin jiyana hevbeş a pêkhateyên Minbicê ya bi çavên xwe bibînin, "Em ji zarokên welatê xwe yên şerê me dikin re dibêjin, berî her tiştî werin welatê xwe, li ser hesabê welatê xwe pareyan wernegrin û şerê şêniyên xwe nekin û şêniyan neçarî koçberiyê nekin."

(rr)

ANHA