Êrişa dewleta Tirk bû sedema rawestandina wergirtina pempo

Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wergirtina pempo ji cotkaran hatiye rawestandin.

Êrişa  dewleta Tirk bû sedema rawestandina wergirtina pempo
29 cotmeh, 2019   14:54
EYN ÎSA

Bi destpêka mewsima wergirtina pempo ji cotkaran, Rêveberiya Xweser 5 navend vekirin û wiha ne; navenda Mehlec a Hesekê, Mebrûka ya li Serêkaniyê, Selehebiyê ya li Reqayê û navenda Çelebiyê ya Kobanê. 

Lê belê di 9`ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş pêk anî û di encamê de wergirtina pempo hate rawestandin.

Di vê derbarê de Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barodo axivî û wiha got: " Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hilberîna pempo ya li mehleca Serêkaniyê ku tê de 3 hezar ton pêk hebû, talan kir.

Têkildarî rawestandina mehlecan a wergirtina pempo Barodo wiha diyar kir: "Em êdî nikarin pempo wergirin. Ji ber em nikarin kamyonan peyda bikin, da ku pempo bibin û bînin.

Selman Barodo diyar kir ku Rêveberiya Xweser hemû fatoreyên pempo yên mehleca bajarê Reqayê dane navenda El-Sehlebiya. Her wiha dê fatoreyên mehleca Çelebiyê ya li kantona Kobanê jî di vê hefteyê de serif bikin. 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn sedema rawestandian wergirtina pempo li tevahî mehlecan. Di heman demê de Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser heta niha dema wergirtina pempo diyar nekiriye.

Hemû mehlecên pempo, genim û ceh ên Serêkaniyê û Girê Spî, ji aliyê çeteyan ve hatin talankirin.

(eh)

ANHA