Rêxistinên mafên mirovan: Dagirkeriya Tirk ji selametiya Çîçek Kobanê berpirsyar e

16 rêxistin û saziyên mafên mirovan gotin, dagirkeriya dewleta Tirk ji jiyana şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê berpirsyar e. Her wiha banga serbestberana dîlgirtiyan li gorî madeya 4‘an a peymana Cinva-3 kirin.

Rêxistinên mafên mirovan: Dagirkeriya Tirk ji selametiya Çîçek Kobanê berpirsyar e
26 cotmeh, 2019   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

16 sazî û rêxstinên mafên mirovan têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nêzîkatiyên wê yên bi dîlgirtiyên şer re daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de îşaret bi peymanên Neteweyên Yekbûyî yên hatin kirin. Her wiha bang li komîteyên navdewletî yên Xaça Sor kirin ku li gorî zagonên navdewletî, bi erka xwe rabin û têkiliyên bi girtiyan re bişopînin û banga serbestberdana wan kirin.

Daxuyaniya 16 rêxistin û saziyan wiha ye:

‘‘Dewleta Tirk bi îdiayên bêbingeh ku ji rastiyê dûr û ti rewabûn jê re tine ye êrişî herêmên Bakurê Sûriyê dike. Ev êrişanan li dijî peymanên Neteweyên Yekbûyî ne, bi taybet li dijî madeya (2) ye ku li gorî wê hemû dewlet panbend in rêzê ji serweriya dewlet û endamên din ên Neteweyên Yekbûyî re bigire û qedexe ye li hemberî selametiya xak û serxwebûna siyasî ya endamekê din tundiyê bi kar bîne.

Nîşana têkiliya dermirovî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji girtiyên şer ber bi çav e. Mînaka vê yekê nêzîkatiyên wê bi dîlgirtiya Çîçek Kobanê ye. Komên çekdar piştî Çîçek Kobanê girtin wêneyê wê kişandin, li pêşberî dinyayê gefa serjêkirinê lê xwarin, her wiha gotin û xeberên dermirovî jê re kirin. Ev hemû ne li gorî  madeya 14`an a hevpeyman Cinêv-3‘an e. Sedem çi dibe bila bibe, divê rêz ji jinên êsîrên şer re were girtin her wiha divê rêz ji zayenda jinên girtî were girtin.

Li ser vî esasî em dewleta Tirk û serokkomarê wê Recep Teyyîb Erdogan ê serkêşê hêzên çekdar e, lîwaa Selîm Îdrîs ê fermandarê navê artêşa Wetenî ya Sûrî li xwe dike, her wiha Yasir Ebdulherîm fermandarê koma Çiçek Kobanê dîlgirtin berpisyarên hemû sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne ji qetilkirina meydanî, bikaranîna çekên qedexekî, têkiliyên dermirovî ji girtiyan re dibînin.

Dewleta Tirkiyê ji selametiya jiyana şervana dîlgirtî Çîçek Kobanê û dîlgirtiyên din berpirsyar e. Li gorî madeya 4‘an a Cinêv-3 em banga serbestberdana dîlgirtiyan û vegera wan a li malên  dikin.

Her wiha bang li komîteya navdewletî ya Xaça Sor dikin, ku bi erka xwe rabe û yekser deswerdana têkiliyên bi girtiyan re bike.

Sazî û rêxistinên daxuyanî mohr kirine ev in:

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan

Desteya Qanûn a Kurdî

Navenda Edalet a Mafên Mirovan

Komeleya Parastina Gelên Di Bin Gefan de

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (Maf)

Komeleya Parastina Mafên Mirovan a li Avusturyayê

Komîteya Mafên Mirovan a Sûriyê(Maf)

Rêxistina Mahabad a Mafên Mirovan

Navenda Belgekirina Binpêkirinên Mafên Mirovan

Rêxistina Kurdên Bê Sînor

Saziya Êzidîna ya Şopandina Binpêkirinên Mafên Mirovan

Komeleya Hêvî ya Kurdî-Belcîka

Rêxistina Aşîtiyê ya Mafên Mirovan a Cinêvê

Saziya Êzidiyan

Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan a li Sûriyê (Rewangeh)

Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan a Sûriyê (DAD)

 (eh)

ANHA