Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî 5 gundên Serêkaniyê kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ êrişî 5 gundên girêdayî Serêkanikyê kir. Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan da û di encama wê de şer li herêmê derket.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî 5 gundên Serêkaniyê kir
26 cotmeh, 2019   12:37
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ êrişên li dijî herêmê didomînin. Nûçegihanê me ji Serêkaniyê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ êrişî gundê Esediyê, Derdara, Mirîkîs û Bîr Nûh ên girêdayî bajarê Serêkaniyê kir.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Xirbet Hemîd ê rojavayê navçeya Zirgan a Serêkaniyê kir.

Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de beriva êrîşan da û şer heta niha berdewam e.

(bx)

ANHA