Di encama êrişa li gundê Um Işbe de şervanekî QSD`ê birîndar bû

Di encama êrişên arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ li ser gundê Um Işbê yê girêdayî navçeya Zirganê ya herêma Serêkaniyê şervanekî QSD`ê birîndar bû.

Di encama êrişa li gundê Um Işbe de şervanekî QSD`ê birîndar bû
26 cotmeh, 2019   11:26
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El- Nusra û DAIŞ êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Nûçegihanê me ji Serêkaniyê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ êrîşî gundê Um Işbê ya girêdaî navçeya Zirgan a herêma Serêkaniyê kir.

Nûçegihanê me diyar kir ku şervanên QSD`ê bersiva êrîşan da û şer rû da.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku di encama şer de şervanekî QSD`ê birîndar bû.

(br/bx)

ANHA