Ciwanên Dêrazorê: Ji bilî QSD’ê tu hêzan li herêmê qebûl nakin

Ciwanên herêma Hecînê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi diruşma"Bijî lehengên me yên di çeperên şer de" ragihand ku komployên navdewletî û peymanên der barê destwerdana Sûriyê de yên navbera dewletan de pêk tên û di serî planên Osmanî red dikin û soza sekna xwe li rex QSD’ê ya di Berxwedana Rûmetê ya li dijî faşîsta dewleta Tirkiyê de nû kir.

Ciwanên Dêrazorê: Ji bilî QSD’ê tu hêzan li herêmê qebûl nakin
Ciwanên Dêrazorê: Ji bilî QSD’ê tu hêzan li herêmê qebûl nakin
Ciwanên Dêrazorê: Ji bilî QSD’ê tu hêzan li herêmê qebûl nakin
Ciwanên Dêrazorê: Ji bilî QSD’ê tu hêzan li herêmê qebûl nakin
Ciwanên Dêrazorê: Ji bilî QSD’ê tu hêzan li herêmê qebûl nakin
Ciwanên Dêrazorê: Ji bilî QSD’ê tu hêzan li herêmê qebûl nakin
26 cotmeh, 2019   10:59
DÊRAZOR

Li dijî êrişên artêşa dewleta Tirk û hevpeymanên di navbera hêzên li ser hesabên gelan, destwerdana karûbarên Sûriyê dikin de, ciwanên Dêrazorê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Ciwanan a Hecînê Hala Xidêr Mihemed ve û bi beşdariya bi dehan ciwan, jinên ciwan hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Faşîzma Tirk hewldana derbekirina projeya neteweya demokartîk a serketin û aktîvbûna xwe sepandiye, dike. Ew jî piştî lehengên QSD`ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê rizgar kirin.

Em ji xaka birûmet, serbilindî, şehîd, ji xaka ku xof û tirsê nasnake û ji çavên ku ji rondikan zuhabûne hatine. êdî bizane dijmin, tu nikarî me bitirsînî û tevliheviyê têxe navbera me. Ji ber ku em xwedî maf in."

Em  tevahî hevpeymanên li dijî berjewendiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, red dikin û gelên herêmê ji bilî hêzên QSD’ê, hêzên din red dikin. Ji ber ew tekane hêza ku dikare gel rizgar bike, aramî û ewlehiyê misoger bike. Tişta ku DAIŞ û Cebhet El-Nusra wêran kiriye QSD’ê dikare ava bike.”

Daxuyanî bi soza şopandina rêya şehîdan û parastina desteketiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bi xwîna şehîdan pêk hatine, bi dawî bû.

(eh)

ANHA